
Zaroka ku winda bû mirî hat dîtin
- 12:43 19 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Erxenîyê ya Amedê zaroka 10 salî ku winda bû, cenazeyê wê hat dîtin.
Li sîteya Mahîrkent a taxa Kemertaşê ya navçeya Erxenîyê ya Amedê şeva din saet di 19.00'an de zaroka 10 salî Yasemin Yildirim winda bû. Piştî lêgerîna malbatê, cenazeyê zaroka 10 salî Yasemîn Yildirim saet di 24.00'ê şevê de li nava sîteyê hat dîtin. Piştî cenaze dîtin, cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.
Têkildarî mirinê Serdozgera Komarê ya Erxenîyê lêpirsîn da destpêkirin.