
Gora Revan Zana Bariştiran cara çaremîn hat texribkirın
- 12:34 20 Hezîran 2025
- Rojane
WAN - Gora gerîlaya YJA-Starê Revan Zana Bariştiran careke din bû hedefa êrîşan. Gor berê sê caran hatibû texripkirin, cara dawî di 29'ê Cotmeha 2022'an de zerar lê hatibû kirin.
Gerîlaya YJA-Starê Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) ku li Dêrsimê di operasyoneke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û li Wanê hatibû definkirin gora wê cara çaran hat texrîpkirin.
Gor berê sê caran hatibû hedefgirtin û di 29'ê Cotmeha 2022'an de herî dawî hatibû texrîpkirin.