Li dijî rêziknameyê bertek: Xizmeta tenduristiyê qedyaye

  • 09:07 22 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Hevseroka SES a Amedê Yildiz Ok Orak der barê rêziknameya tendurisityêya heyî axivî û got pergala heyî ya tenduristiyê nexweşketina civakê esas digire û got: “Em bi mantiqek ku me nexweş nake, ji nexweşiyan diparêze vî karî dikin. Ji ber vê jî divê ev rêziknameya ezyetê demildest paşve bê kişandin.”
 
Polîtîkayên rantê yên desthilatdariyê yên di qada tenduristiyê de didomin. Polîtîkayên kes û civakê eas nagirin, roj bi roj mezin dibin. Wezareta Tenduristiyê di 30’ê cotmeha 2024’an de Rêziknameya ku derbarê Guhertina Peymana Hekîmtiya Malbatê û Rêziknameya Peredanê de pêşkêş kir.  Rêziknameya hat pêşkêşkirin di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Ev rêziknameya ku tenduristiya mirovan esas nagire, bandorek mezin li ser kedkarên tenduristî û civakê dike.
 
Hevseroka Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Malbatê(SES) a Amedê Yildiz Ok Orak der barê mijarê de xivî.
 
‘Divê rêzikname demildest bê kişandin’
 
Yildiz Ok Orak got rêziknameya anîne qada tenduristiyê ne tenduristiya gel, hatina dewletê esas digire û got: “Ev rêziknameya nû em wek ya ezyetê dibînin. Me wê demê îtîra kir. Du lingên vê rêziknameyê hene. Bandor awê li ser kedkarên tenduristî û civakê heye. Tu derfetê nade kedkarên tenduristî û civakê. Yekane aliyê qezenc dike yê vê rêziknameyê dewlete. Xebatkarên tenduristiyê bi qasî nexweşan heqdest digirin.Dema nexweş neyên, mûçe tên birîn. Welatiyek 6 mehan de neyê hekîmtiya malbatê, dewlet dibêje ‘çima nexweş nehatiye ez mûçeyê te dibirim’.  Me gotibû ev şaşe. Emniha jî dibêjin.Em bi mantiqa ku kesa nexweş nake û diparêze karê xwe dikin. Ji ber vê divê ev rêziknameya ezyet demildest ji holê bê rakirin.”
 
Hekîm sê qatên di ser standardan re li nexweşan dinêre
 
Yildiz Ok Orak balkişand ser bandora rêziknameya heyî ya li ser civakê û wiha daxuyand: “Rêzikname şert dide ber hekîman ji ber vê jî hejmara nexweşan zêdeye û nexweş baş nayê dermankirin. Hejmara nexweşên dikeve para hekîman navbera 3 hezar û 3 hezar û 500’î. Di rewşa heyî de li gorî standardên cîhanû Ewoprayê ev 500 an jî hezare. Lê niha li Tirkiyeyê her hekîm li sê katê wê dinêrin. Hemû jî xizmetên polîklînîkin.”
 
‘Xizmeta parastina tendirustiyê qedya ye’
 
Yildiz Ok Orak destnîşan kir ku piranî jin ji vê rêziknameyê bandor dibin û wiha domand: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên xweser yên jinan hene. Li Navendên Tenduristiya Malbatê divê qadên taybet yên jin dikarin xwe îfade bikin hebin. Cihên ewil jin serlêdanê dikin ev der in. Navendên tenduristiyê yên nêzî mala xwe tercîh dikin. Ji ber aboriyê nikarin biçin cihê dur. Em wek SES demek dirêje di alî tenduristiya civakî de xebatên cur bi cur dimeşînin. Em diçin gundan û perwerdehiya der barê tenduristiyê de didin. Jin van agahiyan ji tu derê nagirin. Em ê piştî demek kurt zirarên vê bibînin. Em ê wek civak nexweş bikevin.  Xebata tenduristiyê ya parastinê qedyaye. Pergala tenduristiyê bûye bazirganî.”