Li Payîzava şahiya biharê

  • 21:44 20 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
WAN – Li Payîzava yekem car şahiya biharê pêk hat. Şahiya ku gelek welatî tevli bûn bi coş berdewam kir.
 
Şaredariya DEM Partî ya Payîzava ya Wanê piştî ku şaredarî ji qeyûman girtin xebatên der barê gel de bê navber didmîne. Li navçeyê yekem car şahiya biharê pêk hat. Gelek kes tevli şahiyê bûn û çar hunermend derketin ser dîkê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di şahiyê de balkişand ser pêvajoya aştiyê û got wê heta dawî piştgiriyê bidin pêvajoyê.
 
Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî jî axivî û daxuyakirin ku divê hemû aliyên gel di vê têkoşînê de cihê xwe bigirin û ji bo aştî û demokrasiyê divê têkoşîn bidome.
 
Şahî bi konser û gerandina govendê bidawî bû.