Bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ber bi yekitiyê ve

  • 10:03 23 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Leyla Ayaz 
 
AMED - Jinên kurd li Amedê di bin dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” kom bûn û bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ peyama avakirina bingeha yekitiya neteweyî dan.
 
Jinên kurd ên Bakurê Kurdistanê carek din bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li hev civiyan. Ji bo kombûnê demek dirêjbû ku nîqaş û plansazî dihatin kirin. Ev civandina jinan ne ya yekem bû. Bi salan e ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya kurd a giştî, nirxandinên berfireh tên kirin û car caran jî hewldan jî pêş dikevin. Di şert û mercên îro de diyar dibe ku beyî pêşengiya jinan a her çar aliyên Kurdistanê, yekitiya neteweyî ne pêkan e. Avabûna bingeha yekitiyê neteweyî dîsa dikeve ser milê jinên kurd.
 
Em bên ser meseleya xwe. Di 21 û 22’yê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd pêk hat. 101 jin beşdarî konferansê bûn. Ji İzmîrê heta Geverê, ji Bazîdê heta Stenbolê, ji Semsûrê heta Şirnexê, ji Rihayê heta Wanê ji gelek bajaran, beyî temsîliyeta sazî, dezgeh û partiyên siyasî, bi nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê beşdarî konferansê bûn. Di dema nirxandin û pêşniyaran de misyon, peywir û pîşeyên wan dihat fêmkirin. Tevlîbûna sînemavan, nivîskar, hiqûqnas, parazvanên mafên jinan, siyasetmedar, akademîsyen, wênesaz, hunermend, aktîvîst, hwd dewlemendî û pirengiya konferansê nîşan dida. Dirûşm û strana “Jin, jiyan azadî” di her navberdayîna konferansê de bi gerandina dîlanê re her li ser ziman bû. Dîsa flamayên ku bi 3 zaravayên kurdî “Jin jiyan azadî” hatî nivîsandin jî ji jinan re bû nexşerêyek. Divê mirov rengîniya cil û bergên kurdewarî jî ji bîr neke.
 
Ji xwe organîzekirina konferanseke bi vî rengî bi serê xwe zehmet e. Hem di hêla rêxistinbûyîn û hem jî di hêla teknîkî de. Lê belê di nava 2 rojên ku derbasbûyî de hat dîtin ku kedek mezin ji hêla komîsyona amadekar ve hatiye dayîn. Ji pêşwazikirinê bigirin heta naveroka konferansê, nîşaneya mîrateya tecrûbeyên bi salan e ku hatiye pratîzekirin. Ji bilî komîsyona amadekar, delegasyon di nav 2 rojan de derfet dît ku hevdû nas bikin, nîqaş û nêrînên xwe bikin yek. Di konferansê de ji her temenê jin hebûn. Parvekirina tecrûbeyan a ji her temenê rê li ber xebatên nû vekir û rê da ku plansaziya pêşerojê bê derxistin.
 
Armanca platformê çi ye? Divê çi bê esas girtin û plansaziya pêşeroja xwe dê çawa bike? Di vê pêvajoyê de rol û misyona jinan çi ye? Ev pirs bi taybetî di 4 kargehan de berfirehî hatin nîqaşkirin. Li deriyên her kargehê wêneyên, Hozan Mîzgîn, Şîrîn Elemhulî, Ferda Cemîloglu û Jîna Emînî hatin daliqandin, ev yek jî bi bîr anîn û nirxdayînek bû û bandor li delegasyonê jî kir. Di kargeha bi navê Şîrîn Elemhulî de mijara, rola jinê ya di parastin û pêşxistina zimanê kurd de, di kargeha Hozan Mîzgîn de mijara, mîsyona jinê ya di parastin û veguhestina çanda kurdî de, di kargeha Jîna Emînî de mijara, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û polîtîkayên qirkirinê û di kargeha Ferda Cemîloglu de jî mijara mîsyona jinê ya di avakirina aştî û civaka demokratîk de, berfirehî hatin nîqaşkirin.
 
Wek konferansên din vê carê jî jinan hewlda ku perspektîfeke hevpar derxin û gotinên xwe bikin yek. Jinan hem di çareseriya pirsgirêka kurd, avakirina yekitiya neteweyî ya giştî, avakirina aştî û civaka demokratîk, li dijî tundî û qirkirina jinê, polîtîkayê bişaftinê ya li ser ziman û çandê de bal kişandin ser rol û mîsyona platformê. Her wiha dejenerebûn û têkçûna civakê, belavbûna hişbir, fihûş, bêkarî, xizanî û kuştina zarokan jî di nav nîqaşên delegasyonê de berfireh cih girt.
 
Mijarek din a ku delegasyon bal kişand û her wiha di encamnameyê de cih girt banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk” bû. Her wiha di encamnameyê de jî wiha hat gotin: “Têkoşîna jinên kurd a di warê neteweyî, çandî û civakî de encama mîrateya  berxwedaneke dîrokî û pêdiviyên siyasî yên heyî ye. Îro avakirina Yekîtiya Jinên Kurd jî ji tercîhekê wêdetir, berpirsiyariyeke dîrokî ye ku divê her jinek kurd bi vê berpirsyariyê li hemberî her cure polîtîkayên înkar, qirkirin û bişaftin yên li ser Gelê Kurd têbikoşe ye. Konferansê biryar girt ku dê ev yekiti li ser bigehek ku sînoran derbas bike, tecrûbeyên jinên kurd yên li her çar aliyê Kurdistanê li hev bicivîn e, birêxistinkirina xwe xurttir bike, avabûyîna xwe ji nû ve binirxîne û ji bo avakirina Yekîtiya Neteweyî bibe hêza herî dînamîk û veguherîner.” Ev xalek girîng a biryara delegasyonê bû.
 
Bi taybetî di konferansa yekem û duyem de jî jinan li ser perspektîfa mezinkirina têkoşîna jinên kurd, avakirina xeta hevpar a têkoşînê û avakirina bingeha yekitiya neteweyî ya li ser hişmendiya jina azad rawestiyabûn. Jinan di vê konferansa 3’yem de jî li ser heman xetê biryarbûna xwe carek din anîn ziman.
 
Têkoşîna jinên kurd û rêxistinbûna jinên kurd ji tevgerên jinan ên cîhanî re her tim bû çavkanî. Jinên kurd çend di hela fikr û ramanê de ji hev cuda bin jî di nasnameya jinbûn û kurdbûnê de tên cem hev. Ev yek taybetmediya jinê ye. Li şûna helwesteke cudakariyê; hestên xwe, êşa xwe, dilê xwe dikin yek û zimanê çêker hildibjêrin. Ji ber ku bêyî zimanê çêker alternatîfk din nîne.