
Li rojnamevana 'çeteya fuhuşê' derxist holê gef hat xwarin
- 10:12 26 Hezîran 2025
- Hiqûq
ŞIRNEX - Rojnamevan Zeynep Durgut, ku "Çeteya Fihûşê" li Şirnexê eşkere kir, ji aliyê malbata Kenan Tatar ku kiryarê dozê ye ve gef lê hat xwarin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Durgut, ku di sala 2013'an de li Şirnexê "Çeteya Fihûşê" ku ji 25 kesan pêk dihat eşkere kir ku malbata Tatar jî di nav de ji ber dosyaya ku di 24'ê Sibatê de çêkir, ji aliyê malbata Kenan Tatar ku di dosyayê de wekî serçeteye ve gef lê hat xwarin.
Xizmên Kenan Tatar ê kiryar, telefonî Zeynep Durgut kirin. Di dema telefonê de, bi gotinên wekî "Em dizanin tu kî yî. Em dizanin tu ji ku hatî. Min lêpirsîna te kiriye. Tu hatî vir da ku tiştan tevlihev bikî. Em ê li pey te bin. Tu ê ji vê yekê xilas nebî gotin."
Zeynep Durgut dê derbarê gefên ku lê hatiye kirin de serlêdana sûc bike.