
Xebatkara rojnameyê ji ber naveroka rojnameyê ceza xwar
- 12:03 26 Hezîran 2025
- Hiqûq
AMED - Dadgehê di rûniştina ku ji bo xebatkara Rojnameya Yeni Yaşamê Zilan Gul hat lidarxistin de ji ber naveroka rojnameyê ceza da.
Rûniştina duyemîn a doza ku xebatkara Rojnameya Yeni Yaşamê Zilan Gul bi hinceta belavkirina Rojnameya Yeni Yaşamê ku hat îdakirin derbarê wê de biryara qedexekirina çapkirin, belavkirin û firotanê derbarê wê de heye, bi sûcê "propagandaya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Dîyarbekirê hat lidarxistin. Zilan Gul beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerê wê Resul Tamur amade bû.
Daxwaza ceza hat kirin
Dozgeriyê di raya xwe ya li ser esasê de xwest ku Zilan Gul ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.
'Li ser rojnameyê biryara qedexekirinê tune ye'
Parêzer Resul Tamur, ku li dijî biryarê parastin kir, destnîşan kir ku belavker û firoşkarên rojnameyan nikarin ji ber xala 11'emîn a Qanûna Çapemeniyê berpirsiyar bên girtin. Resul Tamur daxwaza beraeta muwekîla xwe kir û got, "Xala 25'emîn a Qanûna Çapemeniyê berpirsiyarê van weşanan eşkere dike. Di roja ku rojname hat firotin û belavkirin de tu fermana qedexekirinê tunbû."
Dadgehê bi hinceta ku sûcê firotin û belavkirina weşanên qedexekirî hatiye îspatkirin, 2 sal û meh cezayê girtîgehê da Zilan Gul.