
Ji Qamişloyê ber bi bêrîvaniya Feraşînê ve
- 09:02 29 Hezîran 2025
- Jiyan
Rojda Aydin - Dîlan Babat
ŞIRNEX - Li Zozanên Feraşîn a Elkê, jinan kevneşopiya koçeriyê didomînin. Tevî şert û mercên xwezayî yên dijwar, berîvantiyê dikin. Hem hilberînê dikin û hem jî xwedî li mîrateyê derdikevin.
Bi hatina havînê re, li Zozanên Feraşîn a navçeya Elkê ya Şirnexa bilind, malbatên koçer careke din berê xwe dan deştan. Di nav koçerên ku tevî şert û mercên xwezayî yên dijwar jî kevneşopiyê zindî dihêlin de, kesayetên herî berbiçav dîsa berîvan bûn. Karê wan bi dotina bizin û miyan di saetên serê sibê de dest pê dike û tevahiya rojê bi çêkirina penêr û mast berdewam dike. Bêrîvanên ku bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibin û hemû barê malê hildigirin, di jiyana xwe ya bi xwezayê re girêdayî de hevgirtin, ked û berxwedanê bi hev re tecrûbe dikin. Zozanên Feraşînê havînê wateyeke cuda heye. Li Zozanên Feraşîn ceyran tune ye û telefon li piraniya deveran nakişîne. Lê jiyanek heye ku bi rîtma xwezayê re lihevhatî ye.
Di heman demê de havîn li Zozanên Feraşînê ne tenê tê wateya hatina sewalan a bo deştê ye, di heman demê de ji nû ve vejîna çandekê jî ye. Kevneşopiya koçeriyê ku bi sedsalan e hatiye domandin, îro jî bi saya keda jinan dijî. Her çend gelek kevneşopî di bin siya teknolojiyê, bajarvaniyê û koçberiyê de winda dibe jî, berîvanên li Feraşînê vê çandê bi destên xwe hildigirin û fêrî zarokên xwe dikin.
Ji Qamişloyê ber bi Feraşînê ve
Bêrîvana bi navê Lema Îbrahîma bi eslê xwe ji bajarê Qamişloya ye. Lema Îbrahîm a ku piştî zewicî şûnde 13 sal in hatiye navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe didomîne. Lema Îbrahîm ku piştî hat bakûrê Kurdistanê li vir bi tevî malbata xwe dest bi koçeriyê kiriye û wiha got: “Piştî ku ez hatim vê derê elimim jiyana vê derê. Ez niha jî li vir koçeriyê dikim. Em niha li zozanên vê dere bizin û mihan didoşin û bi vê şîrê mast û penêr çêdikin. Jiyana me tim bi koçeriyê derbas dibe. Em bêrîvan li vê derê her roja me bi dotina mihan û çêkirina berhemên şîr derbas dibe. Mandaracî dema tê vê derê jî em van yekan difroşin wan. Em her sal li deverêkê konên xwe datînin. Em îsal jî hatin herêma Tirşînê ya Feraşînê. Koçerî gelek zehmete. Em nîvê şevê radibin. Ji ber zehmetiyan em zêde xweşiyê nabînin. Xeynî dotina pez, em diçin li çiyan giha kom dikin û tînin ji bo xwarinê. Niha hezar pezên me hene.”
Beriya avabûna rojê şiyar dibin
Lema Îbrahîm ku dibêje jiyana wan gelek di nav zehmetiyan de derbas dibe, têkildarî ser karê xwe de wiha axivî: “Em gihayên wek sîrik ji çiyan kom dikin û tînin dikin nav penêr. Em penêrê ku difroşin ve jî pêdiviyên xwe pê dîstînin. Her wiha em li vir 9 malbat diman. Yek çû û niha em 8 malbat mane. Kesên xerîp di nav me de nînin. Dema êvar dibe jî em xwarina xwe dixwin û serê sibehê beriya avabûna rojê em jiyar dibin. Serê sibehê dîsa em radibin dest bi heman karê xwe dikin.”
Çanda koçeriyê dide jiyîn
Zeynep Ekîncî jî ku ji Cizîrê ye li Feraşînê bêrîvaniyê dike, da xuyakirin ku ew her sal diçin zozanekê. Zeynep Ekîncî, da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe ve koçeriyê dikin û vê yekê ji malbata xwe wergirtiye û wiha pê de çû: “Bav, kal û dayika min koçer bûn. Ev yek ji bo me wek çandeke û ji ber vê yekê em jî koçer in. Kêyfa min ji koçeriyê re tê, ji bo min gelek xweş e. Havînan zozan gelek xweş in. Dema ku demsala zivistanê tê em carekedin berê xwe didin Cizîrê. Em li wir dimînin heta ku dibe bihar. Dema demsala biharê tê em carekedin berê xwe didin zozanan. Jiyana me bi vê rengê derbas dibe.”
Mehekê di rê de dimînin
Zeynep Ekîncî, bi lêv kir ku ew vê mehê hatine Zozanên Feraşînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em sê mehan li zozanan dimînin. Mehekê jî em di rê de dimînin. Em çend kes bi tevî şivanan di rê de bi meşê tên. Ji bo ku xwarinê çêbikin. Lê zarokên me jî piştre bi erebeyê tên. Em di rê de mehekê dimînin heta xwe digihînin zozan. Dema ku em rê de tên ger ku mihên me yên ku bên dotin hebin em wan jî didoşin. Zehmetiya zozanan ewilî dema em di rê de tên e. Lê piştî wê ji bo min zêde zehmetî namîne. Serê sibehê em saet 3’yan de radibin nimêja xwe dikin. Em qederekî disekinin û piştre taştê amade dikin û piştre diçin bêriyê. Piştre em tên bi wê şîrê mast û penêr çêdikin. Dema karên me diqedin em diçin malên xwe paqij dikin û xwarina nîvro amade dikin. Ber bi esirê ve em carekedin diçin bêriyê. Em rojê du danan dotinê dikin. Em berhemên şîr ku çêdikin dema mandiracî tê em didin wî. Em ê heta mehekê jî penêr bifroşin. Piştre jî ji bo xwe penêr digirin. Ji ber ku hemû tişt gelek biha bûye. Em dema tên zozanan ev cihên ku em konên xwe danîne kirê dikin. Ji bo sê mehan hin kes didin 4 mîlyona, hinek didin sê û hinek jî du mîlyonan didin. Ev yek jî ji bo me gelek zehmete. Li vir ceyran tuneye. Lê belê em bi enerjiya tavê ji ronahiyê sûdê digirin."
Banga xwedî derketina li koçeriyê
Zeynep Ekîncî, destnîşan kir ku demên berê derfet zehmet bû lê aramî hebûye, lê niha derfet hêsan e lê aramî tuneye û bang kir ku bila hemû kes xwedî yi çanda koçeriyê derbikeve.
‘Her sal em li cihekê ne'
Şehrîban Ekîncî jî ku ji Cizîrê hatiye Feraşînê, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Pezên me beriya me hatin. Dû re jî em hatin. Piştî ku em hatin me konên xwe danî. Her roja me bi bêriyê û di nav kar û xebatan de derbas dibe. Em jinên koçer heta derengê şevê li ser piyan in. Ji bo ku em agir pê bixin em diçin goniyan kom dikin û tînin. Her wiha em li çiyan giha jî kom dikin û tînin. Jiyana koçeriyê gelek zehmet e. Barê jiyanê hemû li ser milên jinê ye. Dema ku em karê xwe dikin zarokên xwe dikin tûrikan û didin li ser pişta xwe. Demên niha jî yên berê rehettir bûye. Ji ber ku zarokên me û mala me bi erebeyan tê vê derê. Lê demên berê em bi rojan bi malên xwe ve dimeşiyan. Ji ber vê yekê demên berê zehmet bû. Zozan xweş in, hewaya zozanan xweş e. Em çûne gelek zozanan. Cihê ku em neçûne nemaye. Her sal em li cihekê ne.”