
Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
- 11:47 30 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 289'emîn de bi manşeta “Şêx Seîd dengê gel bû” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 289'emîn de bi manşeta “Şêx Seîd dengê gel bû” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih dide peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansa “100 Saliya Serhildana Şêx Seîd , Tevgera Azadî, Şêx Seîd û Hevalên Wî, Bîr û Îtiraza Kolektîf” re şandiye.
Hevpeyvîna vê hefteyê ya rojnameyê rojnameger Mehmet Alî Ertaş bi hevberdevka Platforma Li Dijî Hişbiriyê Şiyar Be Gulşen Demîr re çê kiriye. Gulşen Demîr bersiv dide pirsên, bikaranîna tiryakê, têkoşîna wan ya li dijî wê, çalakiyên wan û xebat û armanca wan. Gulşen Demîr bi berfirehî mijarê ji Rojnameya Xwebûnê re dinirxîne û tiryakê dişibîne çeka bêdeng a ku mirovan dikuje.
Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Asya Waşûkanî, Mehmet Alî Ertaş, Adar Jiyan, Ahmet Kanî, Felemez Ulug, Hisên Çatikkaş, Hesen Huseyîn Denîz, Kurdistan Lezgiyeva, Prof. Dr, Abdulîllah Polat, Dr. Rodî Zinar, Dr. Îsmet Konak, Cemîle Turhalli, Dildarê Amedê, Hogir Berbir û Cahît Kirkazak, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.
Dîsa rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne. Li aliyê din bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.