
‘Divê jin li dij HTŞ’ê gavê paşde neavêjin’
- 09:06 1 Tîrmeh 2025
- Rojane
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almast Romî diyar kir ku li dijî HTŞ’ê divê jin gavê paşde neavêjin û wiha got:” Divê em bi hev re tevgera xwe ya jinê hîn bêhtir xurt bikin. Ji bo jin li har alî xwedî maf û rol be ev yek pêwist e. Em dikarin bi hev re li tevahiya Sûriyeyê azadiya jinan belav bike.”
Piştî rejîma BAAS’ê guhert şûnde HTŞ hat ser rêveberiyê. Lê belê piştî hatina HTŞ’ê binpêkirina mafên jinan, qetilkirina pêkhateyên li Sûriyeyê dewam kir. Di zagonan de bi taybet mafê jinan bi tu rengî nayê parastin û jin ne xwedî gotin in.
Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almast Romî têkildarî mijarê nirxandin kir. Almast Romî banga hevgirtina hemû jinan kir û got ew ê gavê paşde neavêjin.
‘Zihniyeta BAAS’ê bi dawî nebû’
Almast Romî bi lêv kir ku rejîma BAAS’ê her çiqas hilweşiya be jî lê belê zihniyeta wê dewam dike û wiha got:”Rejîma BAAS’ê ya ku hat hilweşandin bi faşîzmeke mezin tevdigeriya. Kesî ev faşîzm qebûl nedikir. Vê sîstema rejîma BAAS’ê tenê xwe nas dikir. Piştî HTŞ’ê rêveberî xist destê xwe şûnde jî em nikarin bibêjin zihniyeta sîstema rejîma BAAS’ê bi dawî bûye. Piştî HTŞ’ê rewşa Sûriyeyê her ku çû xerabtir bû. Ev sîstem jî niha pêkhateyên cuda qebûl nake. Tenê sîstema xwe qebûl dike. Piştî HTŞ hat jî gelek komkujî çêbûn. Kurd, durzî, elewî hatin qetilkirin. Kîneke mezin li hemberî van gelan hat meşandin.”
‘HTŞ mafê jinan qebûl nake’
Almast Romî da zanîn ku mafê jinan ji aliyê HTŞ’ê ve qet nayê qebûlkirin û wiha pê de çû:” Em dikarin bibêjin sîstema HTŞ’ê tu guhertinek erênî li Sûriyeyê çênekir. Rewş gelekî xerab bû. Lê belê ev rewş ji bo jinan hîn bêhtir xerab bû. Niha HTŞ tu mafê jinan qebûl nake. Di nava zagonan de jî jin nayên qebûlkirin. Naxwazin jin xwedî nêrîn û xwedî maf bin. Lê belê bi taybet jinên kurd bi salan kar û xebat kirin û pêşengtî kirin. Ji bo bikaribin jinan ji zilm û zordestiyê xelas bikin li berxwe dan. Niha li Sûriyeyê zehmetiyên gelekî mezin hene. Yên ku dibin qurbanên vê rewşê û jê zirarê dibînin dîsa hemû jin in.”
‘HTŞ bi îslama radîkal tevdigere’
Almast Romî da zanîn HTŞ bi rêya îslama radîkal dixwaze hebûna xwe ava bike û wiha dewam kir:”Jin di nava sîstema HTŞ’ê de wê çawa azad bin ? Wê çawa di milê siyasî, civakî de hebin ? HTŞ bi îslama radîkal tevdigere. Bi vî rengî bêtir mafê jinan binpê dikin. Jin wexta bixwazin xebatê bikin, li pêşiya wan astengiya çêdikên. Ew bi çavekî jin tenê divê li malê bin li jinê dinêrin. Ji bo jin ji her mafê xwe bên qutkirin loma wiha li jinan dinêrin. Lê belê ya girîng ew e ku ji bo jin ji her warî de xwe isbat bikin divê çi bikin ? Jixwe hTŞ’ê bi vî hawê xwe jî wê nikaribe bi ser bikeve. HTŞ’ê azadiya jinê her tim di malê de xetimandiye. Loma pêwist e hemû jinên li Sûriyeyê li berxwe bidin. Pêwist e karibin gavên girîng pêş bixin. Heger jin jî li berxwe nedin û ji malê dernekevin wê demê dê xetereyên mezin ji bo jinan rû bidin.”
‘Divê jin li dij HTŞ’ê gavê paşde neavêjin’
Almast Romî da zanîn divê jin li dij HTŞ’ê tu carî gavê paşde neavêjin û wiha got:”Jin her tim bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ derketin qadan û pêşengtî kirin. Jin ji bo bikaribin mafê xwe misoger bikin divê her bixebitin û gavê paşde neavêjin. Niha bi rastî jî ji bo hemû jinên li Sûriyeyê fersendek e ku xwe bikaribin pêş bixin. Belkî hinek zor û zehmetiyan bibînin lê îro rêya derfetê vekiriye. Berê jî jin gelek caran hatine qetilkirin. Lê di encamê de divê bêdeng nemînin. Ji bo wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em piştgiriyê bidin jinên niha di binê zexta rêveberiya HTŞ’ê de ne, divê ew jî li berxwe bidin. Divê em bi hev re tevgera xwe ya jinê hîn bêhtir xurt bikin. Ji bo jin li har alî xwedî maf û rol be ev yek pêwist e. Em dikarin bi hev re li tevahiya Sûriyeyê azadiya jinan belav bike.”