
Kolanên Amedê: Gava Abdullah Ocalan avêtiye biryarek rast e
- 09:06 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED-Abdullah Ocalan piştî 26 sal şûnde çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demoratîk’ de manfestoyek parve kir. Jinan der barê manîfestoyê de axivîn û diyar kirin ku ev gavek saxlem û erêniye û daxwaza aştî û demokrasiyê kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de duh banga dîrokî ya bi dîmen bi rayagiştî re parve kir. Peyama bi dîmen ya piştî 26 salan şûnde hat, ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li her çar alî cîhanê deng da.
Jinên Amedê der barê peyamê de axivîn û diyar kirin ku ev peyamek xurt û erênî ye.
‘Hêvîdar im tiştên em hêvî dikin pêk bên’
Sevîm Kahramaner got ew pêvajoyê dişopînin, wê tiştên xweş pêk bên. Sevîm Kahramaner wiha dirêjî dayê: “Hêviyên me hene. Hêvîdar im tiştên dilê me pêk bên. Em ewil dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.Yên li derveyê welat hene divê ew bên. Ev pêvajo ji bo me girîng e. Divê mafên me bên dayîn. Abdullah Ocalan berê jî hewlda lê dewletê tiştek nekir. Em bi hêvî ne.”
‘Qaşo em li welatekî demokratîk dijîn’
Nurgul Kadercî jî wiha anî ziman: “Li vê axê xwîna Kurdan heye. Ji bo aştiyê divê dilê mirovan nêzî hev be. Divê aştî di dil û mêjî de pêk bê. Piştre çek tên. Evqas can çûn. Kurd û Tirk wek hev in. Lê me ji dewletê tu gav nedît. Ev welat qaşo demokratîk e lê me tu tişt nedît. Daxwaza me ev e ku ewil dil paqij bin.”
‘Divê newekhevî tunebe’
Amîne Guzel jî balkişand ser newekheviyê û wiha daxuyand: “Divê ev newekhevî ji holê bê rakirin. Xwezî li şûna şer aştî her tim bihata fikrîn. Lê têkiliyên berjewendiyê ewil tên. Ji bo dengan berjewendî dikevin dewrê. Ev nîjadperestî, kîn û nefret ji bo çiye. Tevî her tiştî em dibînin ku tiştên baş dibin. Li gorî min ev bi saya Sirri Sureya Onder pêk hat.”
‘Bila dayik negirîn’
Ebru Karahan jî destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê aborî jî tê de wê piştgiriyê bide her qadê û ev tişt vegot: “Bila dayik êdî negirîn. Bila dewlet demildest gavê bavêjin. Gav neyên avêtin wê kaos pêk bê. Ez berdana çekan pir samîmî dibînim.”
Gulay Aydin jî balkişand ser pêvajoyê û wiha daxuyand: “Bila her kes wekhev be. Divê her kes xwedî mafên wekhev bin. Abdullah Ocalan tişta pêwist gotiye. Divê di şertên wekhev de jiyan hebe. Em jî heman tiştî diparêzin. Divê em baldar bin. Bila ev ne lîstikek dubare be. Divê em di baldariya vê de bin.”