Gel li Stenbolê merasîma dîrokî temaşe kir

  • 14:00 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
STENBOL- Merasîma tunekirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê gel ve li Stenbolê hate temaşekirin.
 
Bi mîlyonan kes li ser ekranan  merasîma ku ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve hate lidarxistin temaşe kirin. Piştî banga vîdyoyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komeke PKK'yî çekên xwe li merasîma li bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê tune kirin.
 
Welatî ji bo şahidiya merasîma tunekirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ber bi avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve çûn. Welatiyan bi kelecanek mezin û çepikan dîmenên merasîmê temaşe kirin.
 
Di vê navberê de, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe ya li Fatîhê kom bû da ku merasîma dîrokî temaşe bikin.