Merasîma çekberdanê di rojeva cîhanê de ye

  • 19:19 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma çekberdan û şewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di çapemeniya cîhanê de deng veda. Merasîm di aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya Tirkiyeyê de wekî geşedanekî dîrokî hate nirxandin.
 
Merasîma çekberdan û şewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku li Şikefta Casenê ya Silêmaniyeyê pêk hat, di çapemeniya cîhanê de deng veda. Gelek organên weşanê merasîmê wekî gavekî dîrokî pênase kir û destnîşan kir ku di navenda pêvajoya aştiyê de Abdullah Ocalan cih digire.
 
Komeke PKK’î ya ji 30 kesan pêk dihat, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma îmhakirina çekan li dar xist. Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
 
Rfi: PKK’ê gavek dîrokî avêt
 
Radyoya Fransî ya bi navê Radio France Inter (RFI) merasîma dîrokî bi sernavê, “Bi merasîmekî li Iraqê, şervanên PKK’yî pêvajoya bêçekbûnê dan destpêkirin” ragihand. Di nûçeyê de îşaret bi têkoşîna çekdarî ya 40 salan hate kirin û hate diyarkirin ku komeke PKK’î ya ji 30 kesan pêk dihat, bi berdana çekan gavekî girîng avêt.
 
Di nûçeyê de cih ji daxuyaniyên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bese Hozat a di merasîmê de hate dayîn û ev gotinên wê derxistin pêş: “Em hêvî dikin ku ev yek aştî û azadiyê bîne. Pêwîstiya gelê me ji her demê bêhtir bi jiyaneke aştîyane, azad, adil û demokratîk heye.”
 
Her wiha di nûçeyê de hate destnîşankirin ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, armanc dike ku pirsgirêka Kurd hem di asta neteweyî û hem jî herêmî de çareser bike.
 
Le Monde: Tê armanckirin ku şerê 40 salî bidawî be
 
Yek ji rojnameyên navdar ên Fransayê Le Monde merasîmê bi sernavê, “Li Iraqê, PKK’ê ku 40 sal in bi Tirkiyeyê re di nav şer de ye çekên xwe danî” ragihand.
 
Le Monde bi bîr xist ku merasîm piştî peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan hate lidarxistin û diyar kir ku aliyê Kurd ji bo pêşdeçûna pêvajoyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike.
 
L’orıent-Le Jour: PKK’ê pêvajoya dîrokî silav kir
 
Rojnameya L’Orient-Le Jour a navend Lubnanê jî merasîmê bi sernavê, “PKK’ê operasyona dîrokî û demokratîk silav kir” ragihand. Di nûçeyê de cih ji hirgûliyên merasîma ku li bejahiya Silêmaniyeyê hate lidarxistin, hate dayîn û hate destnîşankirin ku PKK’ê bi vê gavê re piştgiriyekî xurt da pêvajoya dîrokî.
 
AL Jazeera:Pêvajoya bêçekbûnê dest pê dike
 
Al Jazeera, geşedanê bi sernavê “PKK’ê piştî têkoşîna çekdarî ya 40 salan a li Tirkiyeyê, pêvajoya bêçekbûnê dide destpêkirin” ragihand. Qenalê diyar kir ku ev pêvajo piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan  hate destpêkirin.
 
Reuters: Di bêçekbûnê de gavek dîrokiye
 
Reuters’ê, şewitandina çekan a PKK’ê weke “gavekî sembolîk lê girîng” nirxand. Di nûçeyê de cih ji gotinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bese Hozat a di merasîmê de hate dayîn û ev gotinên wê derxistin pêş: “Em ji bo niyeta baş û biryardariyayê îro çekên xwe li ber ve bi îradeya xwe îmha dikin.”
 
The New York Tîme: Berbi aştiyê ve gavek dîrokî
 
The New York Times jî mijarê bi sernavê “Şervanên Kurd wekî gavekî ber bi aştiya bi Tirkiyeyê re çekên xwe dişewitînin” kir nûçe. Rojnameyê diyar kir ku bêçekbûna PKK’ê dikare dawî li pevçûna ku zêdeyî 40.000 kes jiyana xwe ji dest dan, bîne û destnîşan kir ku eger pêvajo bi ser bikeve yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çareser bibe. Her wiha destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di navenda pêvajoya aştiyê de cih digire.
 
Li aliyê din gelek organên weşanê yên navneteweyî merasîma çekberdanê di aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya Tirkiyeyê de wekî geşedanekî dîrokî nirxandin. Gelek caran diyarkirin ku di navenda pêvajoyê de Abdullah Ocalan cih digire.