
Ji Besê Hozat piştî merasîmê nirxandin
- 20:44 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ku pêşengî ji merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk kir got, “Çek êdî ne astengî ne." Hozat îşaret bi derbasbûna siyaseta demokratîk kir û ji bo dewama pêvajoyê peyama, “Êdî dora aliyê din e” da.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bese Hozat ku pêşengî ji merasîma çekdanînê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat kir, têkildarî merasîmê ji Numedya24 re axivî. Hozat got, “Me vê gavê bi biryarekî zelal avêt. Çalakiyekî siyasî ye û em dixwazin bersivê vê bibînin.”
Besê Hozat li ser navê komê axivî û destnîşan kir ku pêvajo bi banga Rêber Apo hatiye destpêkirin û tu dudilî nehatiye jiyankirin.
Besê Hozat wiha got: “Hatina me ya vir bi biryarekî pir zelal pêk hat. Em dizanin bê ka em ji ber çi li vê derê ne. Ev gavê me helwestekî siyasî ye.” Hozat diyar kir ku ev li gorî banga Rêber Apo a a 27’ê Sibatê tevdigerin û got, “Di aliyê rêveberiyê de tu dudilî çênebû.”
‘Me ji bo çareseriya siyasî gav avêt’
Hozat anî ser ziman ku biryara çekberdanê nîşandana niyeta baş e û got ku divê ev gav bê bersiv nemîne.
Besê Hozat got, “Em naxwazin qîma xwe tenê bi ji çiyê daketinê bînin. Em dixwazin li Amed, Enqere, Stenbolê bibin pêşengên siyaseta demokratîk” û bilêv kir ku nêzîkatiya heyî ya dewletê vê derbasbûnê zehmet dike.
‘Çek êdî ne astengin’
Hozat têkildarî çekên ku li merasîmê hatin şewitandin axivî û wiha got, “Ji bo tevgereke ku banga siyaseta demokratîk dike, çek êdî ne asteng in. Em dixwazin van astengiyan bi cidîyet û berpirsyariyê rakin.” Hozat destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê wê bi yek alî re nebe.
‘Me fedakarî nîşanda, niha em li benda gavê ne’
Hevseroka Rêveberiya KCK Besê Hozat diyar kir ku wan ji bo rêveçûyîna pêvajoyê tişta ku ji destê wan hatî kirin û fedakarî nîşandan. Hozat got, “Êdî dora aliyê din e. Em li benda gavên ku werin avêtinê ne.” Hozat diyar kir ku ji bo dewama pêvajoyê wê nêzîkatiya dewletê diyarker be.
‘Cill û bergên min nasnama min ya siyasî temsîl dike’
Hozat, li ser pirsa, "Çima çil û bergên we ji gerîlayên din cudatir bûn got, “Ez wek nûnera tevgerekî siyasî beşdarî vê merasîmê bûm. Ji ber vê yekê min cil û bergekî cuda tercîh kir. Ez peywira Hevserokatiya KCK’ê ji temsîl dikim.”