
Şandeya DEM Partî gihişt cihê merasîmê
- 10:46 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê di van kêliyan de gihiştiye cihê merasîmê.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, beriya niha bi demek kurt şandeya DEM Partî ya ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogulari, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û hinek kesayetên din hene, gihiştine cihê merasîma ku wê lê daxuyanî bidin û çekên xwe îmha bikin.
Hêjayî gotinê ye biryare îro, di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di çarçoveya tevlîbûna li niyeta baş a li pêvajoyê de, komek ji gerîla bi daxuyaniyek çapemeniyê çekên xwe îmha bikin.