Di roja dîrokî de li Behraspî gel hat ba hev

  • 11:11 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
MÊRSÎN - Gel li Rêxsitina DEM Partiyê ya Behraspî ji bo roja dîrokî hat ba hev. Bala gel li ser merasîma dîrokî ya li Silêmaniyê ye. 
 
Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên parêzgeh û navçeyan û hejmareke mezin ji welatiyan ji bo merasîma çekdanînê ku dê îro li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê "Koma Civaka Aştî û Demokratîk" ve li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, ji serê sibê ve li Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) kom dibin.