'Niha dor dora dewletê ye'

  • 09:04 15 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinan der barê îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û diyar kirin ku bi têkoşîna ku PKK’ê meşand re Gelê Kurd ji tinebûnê rizgar bû û  ji bo aştiyê jî berpirsyariya xwe aniye cih niha dora dewletê.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî vê PKK’ê di 5-7’’ê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Tevî van geşedanan desthilatdariyê hîna gaveknavêtiye.Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di rayagiştî ya Tirkiye û navneteweyî de deng da. Piştî banvê PKK’ê 11’ê Tîrmehê de li Silêmniyê merasîmek pêk anî û çekên xwe îmha kirin. Jinan der barê pêvajoyê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Gelê Kurd ji tinekirinê rizgar kir’
 
Melîke Kartal: Banga serokatiyê pir xweş bû. PKK’ê berpirsyariya xwe anî cih. Çek şewitandin û gotin wê siyasetê bikin. Ev girînge. Di vî şerê 50 salî de gelek kes mirin. Gelê Kurd hat surgunkirin. Zarokên wan hatin qetilkirin. PKK’ê Gelê Kurd ji tinebûnê xilas kir. PKK’ê bi têkoşîna xwe mirovahî afirand. Jiên Kurd divê pêvajoyê de berpirsyariyên mezin bigire ser xwe. Ger gavê navêjin wê aştî jî ne pêkane.
 
‘PKK her tim li hember gel dirûs bû’
 
Telsîme Doganteymur: PKK tunebûna em jî tunebûn. PKK’ê çi ji destê wan hat kir. Em naxwazin dayik bigirin. Serokatî aştiyê dixwaze. Em dixwazin ev şer bidawî be. PKK her tim li hember gel dirûst bû. Ez bang li hemû kesî dikim dest bidin hev û bila aştî bê.
 
Afirandina tevgera azadiyê 
 
Endama PM a DEM Partiyê Arzu Firat: PKK’ê tevgerek azadiyê afirand. Gel ji qirkirinan rizgar kir û heta îro anî. PKK di mijara aştiyê de her tim samîmî bû. Ev nîşanê cîhanê da. Divê destiltdarî jî samimiyta xwe nîşan bide. Peywirek mezin dikeve ser TBMM’ê. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê girtî bên berdan. Berpirsyarî dikeve ser milê hemû aliyên civakê. Dive ser milê jinan. Divê jin bibin hêza pêşeng. Em ê berpirsyariya xwe bînin cih.”