Şewata li Licê hat vemirandin

  • 19:14 16 Tebax 2025
  • Rojane
AMED - Şewata li Licê derketibû bi giştî hat vemirandin û xebatên sarkirinê didomin.
 
Şewata ku li Licê  li sê nokteyan derketibû hat vemirandin. Di serîde welatiyan, Meclîsa Ekolojiyê ya Medê, Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’ê, odeyên girêdayê Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk, hevşaredarên navçeyê û ekîbên îtfayê mudaxaleyê şewatê kirin.
 
Di encama mudaxaleyê de şewat hat vemirandin û xebatên sarkirina li herêmê didomin.