Heyeta DBP û DEM Partiyê ji bo konferansê li Başûrê Kurdistanê ye

  • 15:02 27 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeteke payebilind a DEM Partî û DBP'ê ji bo tevlî Konferansa Tifaqa Demokratîk a Civakî bibe, serdana Başûrê Kurdistanê kir.
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan ji bo tevlî Konferansa Tifaqa Demokratîk a Civakî ya Cîhana Ereb bibin ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistana Federe tê lidarxistin, derbasî herêmê bûn.
 
Di nava heyetê de her wiha li gel rêveberên DBP û DEM Partiyê Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî heye.
 
Ji 21 welatan Serokkomar, lîderên partiyên siyasî û nûner tevlî civînê dibin ku wê heta 30'ê Tebaxê dewam bike.
 
Di konferansê de li ser bûyerên herêmî, xwecihî û navneteweyî wê gelek panel bêne lidarxistin.
 
Civîna ku Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî serokatiyê jê re dike, her wiha Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd jî beşdar bû.