
‘Me bedelên mezin dan, em aştiyê bi hev re ava bikin’
- 09:04 25 Îlon 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku wan bedelên mezin dane û gotin werin em bi hev re aştiyê ava bikin. Dayikên Aştiyê her wiha destnîşan kirin ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şertên azad de li meclîsê bibînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê PKK’ê kongreya xwe kom kir û biryara feshê da. Gavê hatin avêtin pêvajo anî astek nû. Lê berdewamkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi gel re bêbaweriyê ava dike. Dayikên Aştiyê der barê pêvajoyê de axivîn û diyar kirin ku divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê û li meclîsê bê gûhdarkirin.
‘Divê serokatiya me azad be’
Aynur Yilmaz da zanîn ku aştî tiştekî zehmet e, şer tiştekî hêsan e û got: “Divê em hemû dayik dest bidin hev û şer veguherin aştiyê. Êdî bes e. 50 sal in ev şer didome. Bi hezaran kes şehîd ketin. Bila dayik negirîn. Bila zarokên me ji çiyan bên û dewlet mafê wan bidê. Bila derfet bidin serokatiya me û wê aştiyê bîne. Di vir de barê dayik û jinan girîng e. Me zarokên xwe anîn dinê mezin kir. Êşa me mezin e. Bila ev şer bidawî be. Pereyê ji şer re xerc dikin bila ji ciwanan re xerc bikin bila ji aştiyê re xerc bikin. Divê serokatiya me azad be û di nav me de be.”
‘Em aştiyeke bi rûmet dixwazin’
Kamîle Kazici wiha got: “Aştî pêk bê belkî deriyên sînor vebibin, belkî em biçin hestiyên zarokên xwe bînin. Em aştiyek bi rûmet a du alî dixwazin. Divê Rêberê me Abdullah Ocalan li meclîsê bê guhdarkirin. Em dixwazin tu dayik negirîn, kes nemire. Bila zindanan vebikin. Divê em hemû bibin yek û aştiyê bînin. Me bedelên mezin dan. Gora kurê min (Mehmet Kazici) tuneye. Ev êşek mezin e.”
‘Tevî her tiştî em li alî aştiyê ne’
Emîne Korkmaz jî axivî û wiha anî ziman: “Em aştiyeke ku her kes ligel hev e, dixwazin. 8 şehîdên me hene. Lê gora yekî jî tuneye. Em li alî aştiyê ne. Êdî bes e. Aştî pêk bê em ê biçin cem şehîdên xwe. Bila dayik negirîn. Em rehet bikin. Em aştiyeke mayînde û bi rûmet dixwazin.”