Xizmên windaya daxwaza edaletê kirin
- 15:26 10 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û ÎHD li pênc bajaran daxwaza edaletê û eşkerekirina aqûbeta windayan kirin.
Di çalakiyên ku li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de, xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin ku kiryar bên darizandin.
Amed
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 883'yemîn de berdewam kir. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê çîroka Omer Oner û Nurî Dayan ku di sala 1994'an de li gundê Axtepê yê bi ser navçeya Çinara Amedê hatin ve hatin revandin û windakirin, hat xwendin.
Di çalakiyê de pêşî hevjîna Omer Oner, Nezîre Baran axivî û anî ziman ku dema hevjînê wê hate windakirin zextên li ser wan zêde bûn û got: “Wê demê, keça min a mezin du salî û nîv bû, kurê min salek û nîv bû. Keça min a biçûk 4 mehî bû. Piştî ku hevjînê min hat kuştin, kurê min jî mir. Ew nexweş bû û min nikaribû wî bibim nexweşxaneyê. Leşkeran ne tenê ne hevjînê min windakirin û kuştin, her şev bi ser mala me de digirtin. Di serdegirtinekê de, min bi darê zorê xistin binçavan û birin. Zarokên min bi pêşa min girtibûn kaş dibûn. Nedixwestin ku leşker min bibin. Ditirsiyan nedixwestin min berdin. Em qebûl nakin, bila kujerê hevjînê min bê eşkerekirin.”
Piştre rêvebera Şaxa ÎHD'a Amedê Eylem Kayayê metna serpêhatiya windakirina Omer Oner û Nûrî Dayan xwend. Eylem Kayayê diyar kir ku hevjîna Omer Oner, Nezîre Baran wiha gotiye: “Li gund, biraziyê min Muharrem, wekî şofêrê traktorê yê gundiyekî dixebitî û carinan hevjînê min Omer jî ew traktorê diajot. Roja bûyerê, heywanên me winda bûbûn û hevjînê min bi traktorê derket ku li wan bigere. Xizmê me û gundiyê me Nuri Dayan jî, bi hevjînê min Omer re li traktorê siwar bû û pê re çû. Gundiyên derdorê gotin ku wan herî dawî hevjînê min Omer û hevalê wî Nûrî li nêzî gundên ku Bismilê û Stewrê de li ser traktorê dîtine.
Hevjînê min û hevalê wî Nûrî Dayan di navbera van her du gundan de winda bûn. Beriya vê bûyerê, leşkerên qereqola polîsan a Çinarê bi berdewamî êrişî mala me dikirin. Fermandarê qereqola polîsan a Çinarê bi eşkereyî gef li hevjînê min xwar. Piştî vê bûyerê, zext zêdetir bûn. Wan em birin Qereqola Polîsan a Çinarê û zext li me kirin û gotin, ‘Hevjînê te çûye çiyê û ew pir caran tê malê’. Min jî ji wan re got, ‘We hevjînê min winda kiriye; her kes vê dizane, û bi serde jî hûn dibêjin ku ew çûye çiyê’. Nêzîkî 6-7 meh piştî bûyerê, gundiyên gundê Tavuklu ya girêdayî Amedê, traktorek terikandî dîtin. Traktor bi guleyan tijî bûbû û motora wê hatibû derxistin.”
Piştî xwendina çîroka windakirinê, xizmên Windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Êlih
Li Êlihê, çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 719'an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hurmuz Dîrîl hat pirsîn ku di 8'ê Çileya 2020'î de ligel hevjîna xwe Şîmûnî li gundê Mehrî yê navçeya Elkê a Şirnexê winda bû.
Hevseroka Şaxa ÎHD a Êlo-ihê Melek Atalayê çîroka windakirina Şîmûnî û Hurmuz Dîrîlê xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Riha
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê ji bo hefteya 65'emîn a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber AVM'ya Novada Parkê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Vê hefteyê, li aqûbeta Mehmet Barlin hatin pirsîn ku 33 sal berê bi awayekî kiryar nediyar hatibû qetilkirin. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Selma Ateşê metna daxuyaniyê xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 208'emîn a çalakiyên xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartek bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsînê ji berpirsên kuştina rojnamevan Metin Goktepe kirin ku di 8'ê Çileya 1996'an de hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hatibû kuştin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin. Di çalakiyê de doza edaletê hat kirin.
Îzmîr
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê li ber avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya du hefteyan carekê berdewam kir û daxwaz kir ku "winda bên dîtin û kiryar bên darizandin." Pankartên bi nivîsa "Winda diyar in, sûcdar li ku ne?" û "Winda meseleya wijdanê ne, xwedî li wan derkevin" hatin vekirin. Serokê Şaxa ÎHD a Îzmîrê Mustafa Kizartici li aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê ku vê hefteyê li Stenbolê hat revandin pirsî.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.







