Ji Amedê ji bo xwedîderketina li Rojava bang
- 10:10 10 Çile 2026
- Rojane
Rabia Onver- Pelşîn Çetinkaya
AMED - Jinên li Amed li hember êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertek nîşan dan û banga hevgirtinê li Rojava (Sûriye) kirin.
Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di 6'ê Çileyê de dest pê kirin, berdewam dikin û lî dijî van êrîşan berxwedana gel jî mezin dibe. Di êrîşên li ser taxan de gelek sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Bi hezaran welatî koçber bûn û tax hîn jî di bin dorpêçê de ne.
Li gelek bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê, gelê Kurd û alîgirên wan ji bo protestokirina êrîşan derketin kolanan, hevgirtina xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anîn ziman û xwestin ku êrîş tavilê rawestin.







