Şandeya ji Başûr serdana Rojava kir

  • 20:38 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeyeke ji Başûrê Kurdistanê serdana Rojava kir peyama hevgitina yekitiyê dan.
 
Di çarçoveya pêşxistina têkiliyan û girîngîdayîna sekna li kêleka Kurdên Rojava û piştevaniya têkoşîn û destkeftiyên wan nexasim li gel pêşdeçûnên heyî de, îro şandeyek ji Başûrê Kurdistanê gihişt Rojava.
 
Şande ji Seroka Weqfa VIM Lava Hîkmet Mihemed, şêwirmendên Weqfê Nazdar Mihemed Seîd û Hogir Cafer, endamên Weqfê Cemîl û Karawan Kakil Mihemed, Zana Elî Nûrî, Hawkar Cafer, Hawbeş Dara Mihemed, Mîran Mihemed Mehmûd, Daban Ebû Bekir Omer û Biryar Ebû Bekir Ebîr pêk hat.
 
Nûnerên ji Kongra Star, meclis, deste û tevgerên jinan li Rojava bi şandeyê re bûn.
 
Şandeyê bi sedana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê dest bi gera xwe kir. Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan ew pêşwazî kir.
 
Şandeyê di nava gorên endamên YPJ, YPG û QSDˊê de yên ku di têkbirina çeteyên DAIŞˊê de hatin qetilkirin geriya.
 
Li pakrewangehê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo bixêrhatina şandeyê kir û girîngî da hevgirtina gelê kurd di vê qonaxa çarenûsî û dîrokî de.
 
Rêzan RGulo helwestên yekitî û hevgirtinê yên gelê Kurd di parastina Şengal, Kerkûk û Kobanê de silav kirin.