Çalakiyên li Swîsreyê didomin: Piştgiriya ji bo Rojava mezintir bikin
- 01:35 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Swîsreyê ku biryara çalakiya bênavber hatiye dayîn, li gelek bajaran bang hate kirin ku piştgiriya gelê Rojava mezintir bikin.
Çeteyên DAÎŞ-HTŞ êrîşên xwe yên li ser Rojava didomînin. li gelek bajarên Swîsreyê Kurd û dostên wan van êrîşan protesto dikin. Li kantonên Zurîh, Luzern û Neuchâtel ên Swîsreyê di çalakiyên ku hatin lidarxistin de, berxwedana Rojava hate silavkirin û bang hate kirin ku êrîşên li ser Rojava zû bên rawestandin.
Neuchâtel
Li kantona Neuchâtel a Swîsreyê, îro çalakiya Kurdistaniyan li bajarê La Chaux-de-Fonds bû. Partiya Karkeran (POP), Sendîkaya Unia û Înîsiyatîfa Greva Avhewayê ya Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî destpê kir. Komek mirov li wir kom bûn û bi dirûşmeyan êrîşên li ser Rojava şermezarkirin û bi ber bi navenda bajar ve meşiyan.
Di dema meşê de, Çalakvanên Rojava Biparêze belavokên çapemeniyê yên bi Fransî belav kirin. Bala rayagiştî ya Swîsreyê kişandin ser êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li piştgiriya gelê Rojava hate kirin.Piştî meşê, girse dîsa li ber stasyona trenê ya navendî kom bûn û bi daxuyaniyan çalakî bi dawî bû.
Luzern
Li bajarê Luzern a Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava, bi bangê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM-LU) bi sedan Kurdistanî û dostên wan li meydanê Kapellplatz kom bûn û heta Helvetiaplatz meşiyan.
Kurd bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” meş destpê kirin. Meşa ku bi sedan kes tevlî bûbûn, li ber Şanoya Luzernê bi çalakiya rûniştinê dewam kir. Li wir belavoka çapemeniyê ya bi Almanî hate xwendin û beşdaran bi hev re strana Rojava gotin.
Meş bi dirûşmeyan berdewam kir û heta meydanê Helvetiaplatz meşiyan. Li ser navê girseyê, Hevserokê DKTM-Lu Ercan Guneş, Hevseroka Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û hunermendê Rojhilatî Selîm Selîmî axivîn. Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ser yekîtiya gelê Kurd, berxwedana Rojava hate silavkirin û hate gotin ku êrîşên li ser Rojava divê bên rawestandin û çalakiyên bê navber bidomin.
Di daxuyaniyê de her wiha bang li meşa navendî ya ku wê roja Şemiyê 31’ê Çile li meydanê Schutzenmatte ya bajarê Bern a Swîsreyê were lidarxistin hate kirin.
Zurîh
Li bajarê Zurih a Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan li Helvetiaplatz kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Siyasetmedar Ali Şîmşek axivî û got ku êrîşên li ser Rojava parçeyên Kurdistanê nêzîkî hev dikin û gelê Kurd dikin yek dil.
Piştre li ser navê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Gernas Koçer axivî, bal kişand ser yekîtiya Kurdan û helbestek li ser berxwedana Rojava xwend. Piştî axaftinan, girse bi dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Kurdistan yek e, gelê Kurd yek e” û “Bijî Yekîtî” çalakiyê bi dawî kir.







