Komeleya Jinên Rojhilat: Jin bûne hêza sereke ya rêxistinkirina civakê

  • 11:56 30 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Jinên Rojhilat, bi daxuyaniyek ragihand ku ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê diqewime, sûcek li dijî mirovahiyê ye û pêwîstî bi bersiveke rastîn a navneteweyî heye.
 
Rêxistina Komeleya Jinên Rojhilat têkildarî, rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî sûcên mirovahiyê ku li Îran, Rojhilat û Rojava diqewimin, divê bersivek rastîn a navneteweyî were dayîn.
 
Daxuyanî wiha ye: “Ya ku li Îran û Kurdistanê diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bersiveke rastîn a navneteweyî pêwîst dike. Ji ber vê yekê, em bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, sazî û rayedarên demokratîk dikin ku bêdengiyê bişkînin, sûcên Komara Îslamî wekî sûcên li dijî mirovahiyê nas bikin û kesên ku ji kuştin, êşkence û zilmê berpirsyar in, radestî edaleta navnetewî bikin.
 
‘Ezmûn û destkeftiyên Rojava, di warê siyasî, leşkerî û navneteweyî de rastî gefan hatiye’
 
Li Rojava, jin bûne hêza sereke ya parastin û rêxistinkirina civakê. Bi têkoşîna xwe nîşan dane ku azadiya jinan dikare bibe bingeha afirandina pergalek civakî ya nû. Lê ezmûn û destkeftiyên Rojava, bi berdewamî di warê siyasî, leşkerî û navneteweyî de rastî gefan hatiye. Êrîşên leşkerî, guhertinên jeopolîtîk, nebûna piştgirî û dudiliya rayedarên navneteweyî û hewldanên ji bo şikandina ezmûna Rêveberiya Xweser, jiyan, ewlehî û destkeftiyên jinan li herêmê kiriye xeterê. Em, wekî Komeleya Jinan, bi israr in ku têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û edaletê heta roja ku tu jin ji ber nijad, bawerî an şêwazê jiyana xwe neyê sucdarkirin û tu desthilatdarî nikaribe dengê jinan bi tirs û şîdetê bitepisîne, bidomînin.
 
‘Em, bang dikin ku têkoşîna ji bo azadî û edaletê divê nesekine’
 
Bêdengiya civaka navneteweyî rasterast bûye sedema domandina van sûcan. Ji ber vê yekê, em careke din tekez dikin ku divê bersivek zelal, bihêz û bibandor were dayîn, ne tenê di asta axaftinê de, lê di asta kiryar, hesabpirsîn û cezakirinê de pêwîst dike. Em, bang dikin ku têkoşîna ji bo azadî û edaletê divê nesekine. Jin dê tu carî dev ji daxwazên xwe yên ji bo jiyaneke azad, wekhev û mirovî bernedin. Em tekez dikin ku têkoşîna jinan a li Îran, Kurdistan, Rojava an li her deverek din, têkoşîneke ji bo jiyanek bê zilm, ji bo rûmeta mirovan û ji bo pêşerojek ku jin tê de ne bin qurbanî ye.”