Li Fransayê çalakiyên ji bo piştevaniya bi Rojava re
- 11:57 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan dê di 30-31’ê Çileyê de ji bo Rojava li Fransayê dîsa dakevin qadan.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di serî de Kurdistan, Tirkiye û welatên Ewropayê, li her çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan ji bo Rojava li kolanan e. Çalakiyên li Fransayê jî berdewam in.
Di 30-31’ê Çileyê de dê li Parîsê ev çalakî bên lidarxistin;
* 30’ê Çileyê saet: 19.30
Destpêka meşê: Melun Komel
Dawî: Melun (place Sain Jean)
* 31’ê Çileyê saet: 14.00
Meş; Place de la Repulique (Qada Komarê) Parîs







