Ji Atînayê bang kirin: Bila statuya Rojava were naskirin

  • 23:47 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDANÛÇEYAN -  Kurdistanî û dostên wan, li paytext Atînayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşiyan. Di çalakiyê de DYA û YE’yê ku piştgiriya rejîma Colanî dikin, hatin şermezarkirin û banga naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava hate kirin.
 
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî, şoreşger û komên piştevaniyê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û gefên li ser Kobanê, meşekî li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Atinayê pêk hat.
 
Zêdeyî hezar kes ku îro di saet 16:00’an de li Qada Syntagmayê li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya DYA’yê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Free Kurdistan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
 
Piştî ku girse gihîşt pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê Atînayê, ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre, di axaftinan de, DYA, Yekîtiya Ewropayê û hêzên hevkar bi gotinên tund hatin rexnekirin. Nûnerê PYD’ê Dr. Îbrahîm Muslim, rejîma Sûriiyeyê û dewletên navneteweyî ku piştgirî dide wan rexne kir.
 
Endama People’s Caravan û Jineolojiya Almanyayê, Corîna bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî û wiha got, “Em ê heta dawî li kêleka tevgera Kurd û Şoreşa Rojava bin. Jin, Jiyan, Azadî.”
 
Li ser navê DKP-BOG’ê jî Ecevît Pîroglû axivî û wiha got, “Ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başûr, li dijî emperyalîzmê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ketiye.”
 
Çalakî bi bangên mezinkirina piştevanî û têkoşînê bi dawî bû.