Jî dorpêça li Kobanê bersiv: Em ê li dora paradîgmayê bicivin
- 17:19 1 Sibat 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çalakiya Rojava ya li navçeya Cîzîrê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, axivî û got, "Paradîgmaya Birêz Ocalan dê li kêleka hemû gelên bindest ên li çar perçeyên Kurdistanê bimîne. Erka me ew e ku em li dora vê paradîgmayê bicivin."
Li navçeya Cizîra Şirnexê di çarçoveya 1ê Sibatê Rojava Piştgiriya Rojava ya Cîhanê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve daxuyanî hate dayin. Girseyê ku xwest bimeşe ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li dijî vê bi hezaran kes li qada taxê kombûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku li taxa Cudî hate dayîn Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê û bi deh hezaran kes tev li bûn.
Pêşiya daxuyaniyê girseya ku li qada taxê kom bû bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana rojava”, “Yek e, yek e gelê Kurd yek e” dil da Rojavayê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de bi pankarta, “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya denokratîk 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê silav dikin” hate vekirin.
Metna çapemeniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê ya Cizîrê Yilmaz Sanri ve hate xwendin.
‘Em ê pêşengiya şoreşê bikin’
Piştre aktivîsta TJA'yê Çîmen Adalet Fîdan axivî. Çîmen Adalet Fîdan, bal kişand li ser şandeya ku çûye Rojava û got:” Rojava slavên xwe yên gerim yê berxwedêr ji we re şandin. Beriya 10 salan hêzeke çetewarî DAIŞê êriş bir ser Rojava. Îradeya jina û Rojava DAIŞ binpêkir û nehişt ku Rojava bikeve. Xewn û xeyalên me li Rojava pêk hat. Lê dîsa êriş bitin ser Rojava. Hedef girtina rojava hedef girtina azadiya jinê yekitiya gelab bû. Li dijî van êrişan herkesê ku nirxên mirovahiyê parastin derketin qadan û piştevaniya Rojava kirin. Gelê kurd bû yek û li dijî van êrişan dengê xwe bilind kir. Me çawa ku piştevaniya Rojava kir û bedelên giran dan em dîsa piştevaniya Rojava bikîn û pêşengiya vê şoreşê dikîn.”
Kiliçgun: Netew-dewlet têk çû û vîna gel bi ser ket
Piştre hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kilicgûn Uçar axivî. Çîgdem Kilicgûn Uçar bi lêv kir ku parastina rojava parastina nirxên mirovahiyê ye û got ku bi saya têkoşîna gelan netew dewlet careke din têk çû û wiha axivî:” Têkoşîna gelê me encam girt ev serkeftin li gelê me pîroz be. Gelê me êrişên ser Rojava qebûl nake. Amed dimeşe, Stenbol dimeşe, Bazîd dimeşe lê Cizîr nameşe. Çima? Ji ber ku ew kesên Rojava li vir in. Hûn ê li dijî îradeya ciwanan, jinan binpê bikin. Coşa gel ya vê derê ji bo ku zarok nemirin, jin nemirine. Ji yekitiya grlê kurd aciz bûne, aciz nebin. Gelê kurd dê li dijî DAIŞê bimeşe, dê ji bo azadiya xwe û tifaqiya xwe bimeşe. Rojava pergala yekitiya gelane. Ew lihrvhatina 30ê Berfanbarê derketiye holê di encama têkoşîna gelê kurd de çêbû. Careke me dît ku netew dewlet nikarin li hemberî vîna gelan bisekine. Em slavên xwe kesên ku ji bo aşitiyê, azadiyê û yekitiya gelan şer dikin pêşkeş dikin. Kobanê kela azadiya gelane, kesên ku li Kobanê ceyranê dibirin, avê dibirin dê nikaribin berxwedana jinan û ciwanan bidin sekinandin. Li dijî van êrişan Îradeyeke gelek mezin derket holê. Gel gav bi gav mezintir dibe. Vê yekê du tişt nîşanî me da ku netew dewlet têk çû û vîna gelan bi ser ket. Heta ku agirbest mayinde dibe û heta ku gefên li ser Rojava disekinin em ê li qadan bin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanên ku xwestin bi meşin polîsan êriş kir. Ciwan bi dirûşmeyên,”Bijî berxwedana rojava” ketin kolanên taxê.







