Li Qibris û Hollandayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

  • 19:49 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Limasol ê Qibrisê û li bajarê Groningen ê Hollandayê, êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin.
 
Li bajarê Limasol ê Qibrisê û li bajarê Groningen ê Hollandayê, êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin.
 
Qibris
 
Kurdistanî û dostên wan ên ku li kolana herî qelebalix ê Lîmasolê li hev kom bûn, bi mitîngekî piştevanî dan gelê Rojava.
 
Mitîng bi sirûda “Ey Raqîp” ji bo bîranîna şehîdên Rojava bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Colanî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” berz kir.
 
Piştî xwendina daxuyaniya li ser navê PYD’ê ya Qibrisê bi zimanê Ingilîzî, Nûner PYD’ê Yasîn Tarbuş axivî û destnîşan kir ku divê gel li hemberî rêbazên şerê taybet hişyar be.
 
Yasîn Tarbuş got, “Bila tu kes nekeve şaşiya ku hûn bêjin em ê gelê Kurd bixapînin, mijûl bikin û pişte bi ya xwe bikin” û diyar kir ku gelê Kurd bi avakirina yekîtiya xwe hemû lîstokên li ser Kurdistanê, xira bikin.
 
Yasîn  Tarbuş got ku ew ê heta statuya Rojava, li qadan bin.
 
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Hollanda
 
Li bajarê Groningen ê Hollandayê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Groningenê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.
 
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de îşaret bi komkujiyên li Rojava têne kirin, hat kirin û hate destnîşankirin ku statuya Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Her wiha hate diyarkirin ku divê Ewropa bêdeng nemîne û îşaret bi neçariya têkoşîna hevpar û navneteweyî ya li dijî êrîşan hate kirin. Di çarçoveya çalakiyê de danezanên bi Hollandî û Îngilîzî hatin xwendin.
 
Li aliyê din, ji aliyê ciwanên Arnhemê ve bi armanca mezinkirina piştevaniya bi gelê Rojava re, bernameyeke ya taştê hate lidarxistin. Bername eleqeyekî mezin dît û ji bo gelê Rojava bi rêya Heyva Sor a Kurdistan bexş hate komkirin.
 
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Free Free Kurdistan”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.