Li Londonê bi hezaran ji bo Rojava daketin qadan
- 21:23 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Londonê, bi hezaran Kurd hatin cem hev, bi meş û mîtîngê peyama “Bijî Berxwedana Rojava” dan û diyar kirin ku heta statûya Rojava neyê mîsoger kirin, ew ê "berxwedanê bidomînin".
Bi hezaran Kurdistanî li ber Stasyona Marble Archê ya Londonê bi dirûşmên "Dawî li şerê li dijî Kurdan bînin" û "Defend Rojava" li hev civiyan. Tevî barana zêde jî, Kurdistaniyan bi ciwan, pîr, karker û esnafên xwe ve careke din bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” qad dagirtin. Bi sirûda Ey Reqîb deqîqeyek rêz hate girtin.Meşa bi hezaran Kurdistaniyan li Meydana Trafalgarê bi dawî bû. Li vir mîtîngek hate li dar xistin û li ser navê saziyên Kurdistanî daxuyaniyeke hevpar hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava ne "operasyoneke ewlehiyê" ye, polîtîkayeke eşkere ya dagirkerî û tunekirinê ye ku vîna azadiyê ya gelê Kurd dike hedef. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk û çeteyên cîhadî yên girêdayî wê, ji Helebê heta Kobanê êrîşeke plankirî dimeşînin ku armanca wê tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Şoreşa Rojava ya ku azadiya jinê, wekheviya gelan û xwerêveberiya demokratîk esas digire, ji ber vê yekê tê hedefgirtin. Em bi eşkereyî dibêjin; Rojava ne bi tenê ye. Rojava Kurdistan e; rûmeta gelên Kurdistanê ye.”







