Li Lubnanê pakrewanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn

  • 20:58 1 Sibat 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ên li Lubnanê pakrewanên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Rojava bi bîr anîn.
 
Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan ên Lubnanê bi amadebûna malbatên pakrewanan, Kurdistanî û kesayetên siyasî û civakî yên Lubnanê şehîdên Şêxmeqsûd û Rojava li hola Siwês ê Beyrûtê bi bîr anîn.
 
Merasîma bibîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nûnerê Rêveberiya Xweser a Lubnanê Ebduselam Ehmed û endama Kongra Star Leyla Mihemed li ser projeya azadî û demokrasiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û rola pêşeng a jina Kurd di rêya berxwedanê de kir.
 
Endamê PYDˊê Mihemd Efrîn jî da zanîn ku yekrêziya Kurdî çeka herî bihêz li dijî planan e.
 
Endamê Ciwanên PYDˊê jî Cîhad Kobanî diyar kir ku wê ciwan ala berxwedanê her bilind bikin.
 
Di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd Sîdar Efrîn, Berxwedana Efrîn û Mihemed Elî Berek hat xwestin.