KJAR’ê encamnameya Konferansa xwe ya 1’emîn aşkera kir
- 14:43 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê di encamnameya 1’emîn Konferansa xwe de got ku “Konferansê, îradeya aştiyê ya rêberê azadîxwaz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî bijarteyek herî girîng ji bo vemirandina vî agirî, wekî perspektîfek demokratîk nirxand.”
Di 31’ê Çileya 2026’an de, Yekemîn Konferansa Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li bajarê Koln a Almanyayê hate lidarxistin. Beşdaran, di konferansê de bal kişandin ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û biryarên girîng derbarê xurtkirina tevgera jinan û avakirina civatek demokratîk û komunal de girtin. KJAR’ê encamnameya konferansa xwe ya yekem bi daxuyaniyekê eşkere kir.
‘Serdestiya baviksalar îro bûye pirsgirêkek gerdûnî’
Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin konfernas di demeke ku Kurdistan di şert û mercên pir dijwar de ye, hatiye lidarxistin. KJAR’ê bi bîr xist ku li Rojhilat, bi taybetî Îlam, Kirmaşan û Malekşahî û li seranserê Îranê, rejîma serdest serî li zext û komkujiyan daye. KJAR’ê diyar kir ku di heman demê de, hevpeymaniyên navneteweyî astengî û gefên cidî li dijî Rojava, li Kurdistanê dikin û wiha domand:
“Konferans bi coş û enerjiyek mezin û beşdariya çalak a hevalan hat lidarxistin. Di konferansê de, mijarên siyasî, civakî û rêxistinî hatin nîqaşkirin, Biryarên girîng ji bo xurtkirina xebat û têkoşîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û jinên li Ewropa û Îranê hatin girtin. Di konferansê de rola pêşeng a jinên azad û rola wan di afirandina civakek demokratîk û komunal de hat destnîşankirin. Her wiha behsa girîngiya naskirin û rûbirûbûna pergala baviksalar a ku zêdeyî 12 hezar salan e bandor li çand û jiyana mirovan kiriye, hat kirin. Serdestiya baviksalar îro bûye pirsgirêkek gerdûnî.”
KJAR’ê da zanîn ku her wiha di konferansê de li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û xetereyên wî jî rawestiyane û wiha hat domandin: “Konferansê, îradeya aştiyê ya rêberê azadîxwaz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî bijarteyek herî girîng ji bo vemirandina vî agirî, wekî perspektîfek demokratîk nirxand. Ev keşf hem wek taktîkî, hem jî stratejîk û paradîgmatîk hate binavkirin.”
‘Tevgera jinan çavkaniya sereke ya guhertina herêmê ye’
KJAR’ê diyar kir ku di konferansê de rewşa giştî ya li Kurdistanê, êrîşên li ser Rojava û herêma Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine nirxandin û biryarên girîng hatine girtin. Daxuyaniya KJAR’ê wiha berdewam kir: “Piştî 7’ê Cotmehê, gelek hevsengî li herêma Rojava ya Kurdistanê têk çûn û hikûmeta Îranê zirarên cidî dît. Serhildanên li hundirê Îranê, bi taybetî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, nîşan da ku tevgera jinan çavkaniya sereke ya guhertinê li herêmê ye.”
Bi jinên ji netewên din ên Ewropa û Îranê re hevkarî û hevgirtina rêxistinkirî
KJAR’ê ragihand konferansê biryar daye ku bi jinên ji neteweyên din ên li Ewropa û Îranê re hevkarî û hevgirtineke rêxistinkirî were avakirin da ku beşdariya berfirehtir a jin û civakê gengaz bike. KJAR’ê daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: “Di konferandê de tekezî li ser pêwîstiya avakirina karakterek jin a azad û hevbeş di nav xwe û civakê de kir. Ji bo rûbirûbûna tundî û serdestiya baviksalar, divê em jiyanek azad, yekgirtî û hevbeş li ser bingeha çand û felsefeya xwe ya ehlaqî ava bikin.”
Di vê mijarê de, em bang li hemû jinên azadîxwaz ên dinyayê dikin ku xwe birêxistin bikin, karakterek azad û komunal ava bikin, têbikoşin û yekîtiya jinan ava bikin. Konferansê tekez kir ku KJAR li Ewropayê dê rêya xwe ya têkoşîna heta azadî bi dest bikeve bidomîne.”







