Çalakvanên ji 'Karwana Gelan' ji Tirkiyeyê hatin dersînorkirin

  • 23:03 2 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek endamên koma çalakvanên navneteweyî ku wekî beşek ji 'Karwana Gelan' çûn Tirkiyeyê hatin binçavkirin û paşê hatin dersînorkirin. Çalakvan Jona Classen diyar kir kudi dema binçavkirinê de rastî tundiya polîsan hatine.
 
Gelek endamên koma çalakvanên navneteweyî ku wekî beşek ji 'Karwana Gelan' çûn Tirkiyeyê piştî ku ketin Tirkiyeyê hatin binçavkirin û dersînorkirin. Çalakvan Jona Classen ku di nava komê de cih girt, ezmûnên xwe bi raya giştî re parve kir.
 
Classen diyar kir ku heta ku gihîştin Tirkiyeyê ti pirsgirêk nedîtine û heta li welatên ku ew tê re derbas bûn bi coş hatine pêşwazîkirin. Classen ragihand ku piştî gihîştina Tirkiyeyê, ji ber beşdarî meşa ji hêla gel ve li Pirsûsê hatî organîzekirin, ji hêla polîsan ve hatine binçavkirin.
 
Classen diyar kir ku çalakvan dixwestin derbasî Rojava bibin lê ji hêla polîsên Tirk ve hatine astengkirin û anî ziman ku di dema binçavkirinê de rastî tundiya polîsan hatine. Classen abî ziman ku bi lêdanê hatin binçavkirin û tevî tundiya ku ew rastî wê hatiye jî, di muayeneyê de bijîşk rapor nedaye û bijîşk bi polîsan re tevgeriya.
 
Classen diyar kir ku armanca komê tenê nîşandana hevgirtinê bi gelê Rojava re ye û wan ti sûc nekiriye û tevlî ti bûyeran nebûne.
 
Li bajarê Freiburg ê Elmanya Kurdistanî careke din derketin kolanan û êrîş û dorpêça li ser Rojava protesto kirin. Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi govenda ciwanan bi dawî bû.
 
Kurdistanî diyar kirin ku heya ku êrîş û dorpêç bi dawî bibin ew ê her roj li kolanan bin. Di bangê de hat ragihandin ku ew ê sibê saet 17:30’an de dîsa li heman derê bicivin.