Ji TJK-E û KCDK-E’yê ji bo meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’ bang
- 17:24 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E û KCDK-E, ji bo çalakiya 14’ê Sibatê ku wê li bajarê Strasbourgê ya Fransayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji bo Rojava statû” bê lidar xistin, banga seferberiyê li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kirin.
TJK-E û KCDK-E ,derbarê meşa ku dê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê, bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de li dar bikeve, daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku komploya 15’ê Sibatê planeke qirêj bû ku armanc dikir bi hevkariya DYE, dewletên Ewropayê û hêzên herêmî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd ji holê rake. Hat destnîşankirin ku ev komplo sûcek li dijî demokrasî, azadî û nirxên mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku êrîşên heyî yên li ser Rojava berdewamiya vê komploya navneteweyî ne û hat destnîşankirin ku êrîşên ku di 5’ê Çileya 2026’an de ji aliyê bermahiyên DAÎŞ’ê ve bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê hatine destpêkirin, armanca wan qirkirina Kurdan bû.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku gel li dora Abdullah Ocalan bûye yek, ev êrîş vala derxistine û Şoreşa Rojava, berxwedanên li Kobanê û Şengalê di şikandina komployê de roleke girîng lîstine. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo têkbirina tevahî komployê pir girîng e.
TJK-E û KCDK-E, dan zanîn ku xeta azadiya jinan û "Jin, Jiyan, Azadî" di navenda têkoşînê de ne û hat gotin ku parastina Rojava her çar perçeyên Kurdistanê kiriye yek.
TJK-E û KCDK-E, bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kirin ku bi xurtî beşdarî meşa “Ji Rêber Apo re azadî, ji bo Rojava statû " bibin.







