Çalakiya nobetê ya Amedê bi dawî bû

  • 17:25 3 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Çalakiya nobetê ya li Amedê li dijî êrişên li ser Rojavayê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
 
Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Amed ve li Qada Şêx Seîd a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrişên li ser Rojava hatibû destpêkirin, di roja 8'an de ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina navçeya Erxaniyê ve hat dewrgirtin. Di çalakiya nobedê de ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan beşdar bûn, pir caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin. Di çalakiyê de stranên li ser Rojavayê jî hatin gotin.
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ahmet Dogan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku çalakiya nobedê ya li Qada Şêx Seîd a têkildarî Rojavayê bi dawî bûye.
 
Çalakiya nobedê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.