Turkan Karadaşli tehliye bû
- 13:30 4 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - Turkan Karadaşli, tevî ku di Tîrmeha 2025'an de cezayê xwe temam kiribû, bi hincetên kêfî yên wekî "nexwestina pirtûkan", salek û nîvekê di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hate berdan.
Turkan Karadaşli, ku di sala 2020'î de bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" li Stenbolê hate girtin, tevî ku cezayê xwe temam kiribû jî, ji ber sedemên kêfî salek û nîvekê nehat berdan. Berdana wê ji aliyê Lijneya Rêveber û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ve du caran hate paşxistin. Îro, Turkan Karadaşli ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hate berdan.
Bi gulan hat pêşwazîkirin
Piştî serbestberdanê, Turkan Karadaşli ji aliyê malbata wê, endamên Komeleya Marmarayê ya Alîkarî û Hevgirtinê bi Xizmên Girtî û Mehkûman re (MATUHAY-DER) û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi gulan hat pêşwazîkirin.







