ROJEVA 5'Ê SIBATA 2026'AN

  • 09:00 5 Sibat 2026
  • Rojev
*Hevbedevka DEKUP’ê Hanim Kaya da zanîn ku Rojava emaneta Arîn Mîrkan a ji bo wan e û  got: “Kurdan li çar parçeyan belav kirin. Lê Rojava her çar parçeyan tîne gel hev. Zîhniyetên dibêjin teslimiyet wê biser nekevin, bila ji nûve şer nekin dewrê. Ji ber em teslîm nabin. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo Rojava bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê kut evli şîna şervanên HSD’ê yên li Çilaxa di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bûn bang kirin ku divê deriyên sînor yên Rojava demildest bên vekirin û alîkarî bigihêjin cihê xwe. DÎMEN HEYE
 
*Bi armanca krîza mirovî ya di şer û pevçûnên li Rojava giran bûne û binçavkirina zarokên li Tirkiyeyê bên rojevê, Înîsiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî hat avakirin. Endama Înîsiyatîfê Derya Bozarslan wiha got: “Zarok ne di bombebaranan de , ji birçînan mirin. Li her derê ku mafê zarokan tê binpêkirin em ê gotina xwe bêjin. Ji bo aştiyeke mayînde em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE 
 
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de wiha bal kişand ser xurtbûna sîstema hegemonik a li Rojhilata Navîn: "Sîstema hegemonîk herî zêde di sedsalên 19. û 20. de navendî û global bû. Di dused salên dawiyê de bi giranî hegemonya Ingilistan û DYE’yê li Rojhilata Navîn xurt bû. Di vê çarçoveyê de Rojhilata Navîn a ketiye nava pêxîrtengiyeke mezin ketiye rewşa çanda dewrûberê. Piştî ku hegemonya Osmanî ji hev belav bû, pêxîrtengiya di çanda desthilatdariya hegemonîk a navendî ya hezarê salan de bêhtir kûr bûye"
 
*Sê sal piştî erdhejê, mexdûrên erdhejê yên ku hîn jî di konteyneran de dijîn diyar kirin ku ew bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne û gotin, "Xaniyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine çêkirin hîna teslîmî wan nehatine kirin." DÎME N HEYE
 
*Mexdûrên erdhejê yên li Hatayê derbarê pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin de dibêjin: "Heta dolaba ku wan daye malbatekê jî nayê bikaranîn. Tiştê ku ew dibêjin tenê gotinên vala ne; di nûçeyan de xuya dibin û dibêjin ku wan alîkarî şandiye, lê wan yek lîre jî neşandiye." DÎMEN HEYE