Înîsiyatîfa Ji Bo Zarokan Aştî hat avakirin: Em ê bibin dengê zarokan

  • 09:04 5 Sibat 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Bi armanca krîza mirovî ya di şer û pevçûnên li Rojava giran bûne û binçavkirina zarokên li Tirkiyeyê bên rojevê, Înîsiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî hat avakirin. Endama Înîsiyatîfê Derya Bozarslan wiha got: “Zarok ne di bombebaranan de , ji birçînan mirin. Li her derê ku mafê zarokan tê binpêkirin em ê gotina xwe bêjin. Ji bo aştiyeke mayînde em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Li dijî bandora şer û pevçûnan a li ser zarokan ji 50’yî zêdetir parêzvanên mafên zarokan, hiqûqnas û psîkolog hatin gel hev û "Înîsiyatîfa Ji Bo Zarokan Aştî" ava kirin.  Înîsiyatîfa ku rojeva wan ya ewil krîza mirovahî ya li Rojava bînin rojevê ye, ji bo parastina mafên zarokan ya di bin siya şer de banga berpirsyarî û tevgerê li rayagiştî ya neteweyî û navneteweyî dike.
 
Derya Bozarslan der barê Înîsiyatîfê de axivî. Derya Bozarslan da zanîn ku ew wek komeke parêzvanên mafê mirovan 20-25 roj berê hatine gel hev û ji bo parastina mafên zarokên li Rojava di bin siya şer de bînin rojevê, xwestine bala rayagiştî ya neteweyî û navneteweyî  bikşînin ser mijarê. Derya Bozarslan wiha dirêjî dayê: “ Me hemûyan bi salane di qada mafên mirovan de dixebitin.Beşek ji me di bin saziyan de beşek jî şexsî faliyet meşandine. Înîsiyatîfa me xwedî 50 endamên ji hiqûqnas, parêzvanên maf, aktîvîst û psîkologan pêk tê. Armanca damezarandina me parastina mafên zarokên li Rojava ye. Armanca me ya din jî ev e ku zarokên li Tirkiyeyê di çalakiyên ji bo Rojava de hatine binçavkirinê ne. Mixabin ev 15-20 roje gelek zarok tên binçavkirin û hejmara wan nayê zanîn. Em dixwazin vê mijarê bînin rojevê.”
 
‘Armanca me binpêkirinên mafan yên li Rojava bên rojevê’
 
Derya Bozarslan diyar kir ku di pêvajoyên şer de herî zêde zarok bandor dibin û got: “Zarok baş nayên dîtin. Der barê ku zarok çiqas zirarê dibînin de dane û agahiyên şênber tune ne. Ev ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe. Parlamentera DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji  500’î zêdetir binçavkirin hene. Lê em nizanin ji van çend heb zarokin. Em jî dixwazin balê dikşînin ser kêmasiya daneyan û nezelaliyê. Di nav me de parêzer û parêzvanên maf hene. Ji bo ev vê yekîneyên hîn bi bandor bikin; me komîsyonên şopandina mafên zarokan, komîsyona hiqûqê, çapemeniyê ava kir. Armanca me ya esas ev e ku em binpêkirinên mafên zarokan yên dibin şer û pevçûnan de derxînin pêş.”
 
Koçberiya bi zorê
 
Derya Bozarslan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di daxuyaniyên me dan de me got pirgirêk ne tenê bombeberan û çekin. Di dorpêça hatiye kirin de mirov li Rojava nikarin xwe bigihînin alîkariya mirovî. Zarok ji sermana dmirin. Herî kêm bi qasî em dizanin 6 zaork ji sermayê û bê dermanbûnê jiyana xwe ji dest dane. Em dixwazin vê trajediyê bînin rojevê.  Daxwaza me ya esas vekirina Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê ye.  TIR’ên alîkariyê li Platforma Bajar a Amedê dipên. Zarok li wir din xetereyek mezin de ne. Divê ev alîkarî demildest bigihêjin zarokan. Armanca me eve ku aştî pêk bê. Niha girbest heye lê divê em van binpêkirinan di rojevê de bihêlin. Piranî malbat dîsa di riyên koçberiyê de ne. Em ê gotina xwe her tim bêjin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. ji bo zarokên li Tirkiyeyê hatine binçavkirin jî em xebatên xwe yên şopandinê didomînin. Em bi Tora Zarokan a Amedê re di hevkariyê de ne. Têkoşîna me wê bidome.”