'Qutbûna ceryanê li Kobanê bandorê li ser jiyana rojane dike'

  • 16:00 5 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê têkildarî qutbûna ceryanê ya li ser Kobanê daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama desteya Enerjiya ya bajarê Kobanê Aygul Mislim û bi zimanê Erebî ji aliyê Heveseroka desteya Enerjiyê ya bajarê Kobanê Dilxaz Şêx Nebî ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji 18'ê Çile ji ber xirabûneke di Bendava Tişrînê de, ceryan li bajaré Kobanê qut bûye. Piştî çareserkirina wê xirabûnê, ceryan tenê ji bo 30 deqeyan gihîşt stasyona dabeşkirinê ya Kobanê û piştre dîsa qut bû. Heta roja weşandina vê daxuyaniyê. Hêjayî gotinê ye ku xeta stansiyona bilind (66 KV) di navbera her du stasyonên Kobanê û Sirînê de hevbeş e; niha ceryan digihîje stasyonên Sirîn û Eyn Îsayê, lê ji ber xerabûna xeta giştî nagihîje stasyona Kobanê.
 
Tevî avakirina têkiliyan bi Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî re, da ku tîmên sererastkirinê yên Midüriyeta Ceryanê ya Kobanê bigihîjin cihê xerabûnê, lê heta niha destûr nehatiye dayîn. Ev yek bûye sedema berdewamiya qutbûna ceryanê li bajarê Kobanê û gundewarên wê, tevî sozên dubare yên ji bo alîkariyê. Ev rewş gumanan li cem me çêdike derbarê sedemên rastîn ên berdewamiya qutkirina ceryanê li ser Kobanê.
 
Qutbûna ceryanê zirarên mezin gihandiye gelek beşên jiyanê; ji ber ku stasyonên avê, nexweşxane, aş û firin ji bo xebatên xwe pişta xwe didin ceryanê. Ev yek krîza niha ya li Kobanê kûrtir dike, bi taybetî di rewşa dorpêça giran de ku ji aliyê komên ser bi Hikumeta Veguhêz a li Şamê ve hatî ferzkirin.
 
Em wek Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê, bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û nebin sedema derengxistinê. Divê zextê li Hikûmeta demkî bikin da ku rê bide tîmên me bigihîjin cihê xerabûnê û xetan sererast bikin da ku ceryan bigihîje Kobanê. Her wiha, divê Wezareta Enerjiyê ya Hikumeta demkî li gorî berpirsiyariyên xwe tevbigere. Em ji wek aliyê xwe teqez dikin ku tîmên me di her kêliyê de amade ne ji bo sererastkirina xerabûyîna heyî."