Ji DBP’ê daxuyaniya komkûjiya Cizîrê: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin

  • 10:57 7 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - DBP bi minasebeta salvegera komkûjiya jêrzemînên Cizîrê de daxuyaniyek nivîskî weşand. DBP destnîşan kir ku planên “çokşikandinê” vala hatine derxistin û got, “Her wiha heya ku hesabên qetlîama jêrzemînên Cizîrê û pêkanînên dijmirovî yên ku wê serdemê bên pirsîn, êm ê dev ji lêgerîna edaletê jî bernedin.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi minasebeta salvegera komkûjiya jêrzemînên Cizîrê ya Şirnexê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
DBP di daxuyaniyê de bi lêv kir ku li Cizîrê 10 sal beriya niha geşedanên ku di bin dorpêça bi navê "qedexeya derketina kolanan" de qewimîn, wek rûpelên herî rûreş ên dîroka mirovahiyê di hafizeya civakî û dîrokî de cihê xwe diparêze. DBP, destnîşan kir ku li ser wan kêliyan gelek sal derbas bûne, lê, Cizîr hêj jî bi her aliyê şopên wê serdemê dijî û daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di wê pêvajoyê de Cizîr şahidiya du heqîqetên dîrokî kir. Yek polîtîkayên ‘çokşikandin û înkarê’ yên ku ev sed sal in li dijî gelê Kurd tên meşandin bû. Heqîqa din jî; li hember vê konsepta tunekirin û înkarkirinê, sekna gelê Kurd a ji bo jiyaneke birûmet bû.  Di bin siya van her du heqîqetên dîrokî û civakî de, li Cizîrê bi mehan pêkanînên dijhiqûqî û dijmirovî pêk hatin. Her plan û hewldanên ku ketin meriyetê, şikandina îradeya gelê Kurd hedef girtin. Daxwaza avakirina jiyaneke birûmet û civakeke demokratîk a gelê Kurd, bi êrîşan hatin bersivandin. Bêguman, pêvajoya ku meşiya, yek ji encamên biryara ‘Plana Çokşikandinê’ bû. Li hember vê konsepta tunekirinê, gelê Kurd biryara xwe ya parastina çand, ziman û nasnameya xwe di bin navê ‘Xwerêveberiyên Cewherî’ de anî ziman. Îradeya ‘Xwerêvebirina Cehwerî’ ya ku gelê Kurd wê serdemê anî ziman; bersiva herî rewa bû ku li dijî polîtîkayên navendperest û înkarê, nirxên hiqûqa gerdûnî û mirovî esas digirt.”
 
‘Planên Çokşikandinê vala derket’
 
DBP daxuyaniyê de bi lêv kir ku ev daxwaza rewa ya gelê Kurd, li ber çavên cîhanê bi êrîşên dijmirovî hatin bersivandin û berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt cih girt, “Jêrzemînên Cizîrê jî minaka herî şênber a vê rastiyê bû. Di şexsê jêrzemînên Cizîrê de zarok, jin, ciwan û temsîliyeta siyaseta demokratîk a gelê Kurd hedef hati girtin. Xwestin têkoşîna azadî û demokrasiyê di jêrzemînên Cizîrê de bi pêkanînên dijmirovî bifetisînin.  Lê, li hember vê armanca tarî, di şexê Mehmet Tûnç û Asya Yukselan de, sekna gelê Kurd ‘Em Serî Natewînin, Teslîmîyet Îxanet e’ derket pêş. Ev sekna çavkaniya xwe ji Zindanên Amedê, ji Mazlûm, Xeyrî û Kemal Pîran digre, ji Cîzîrê heya Sûrê, ji Farqînê heya Gever û Gimgimê ‘Planên ‘Çokşikandinê’ vala derxist. Helwesta ku îro li Kobanê, li Rojava car din xwedî li rûmeta mirovahiyê derdikeve, di meşa me ya ber bi avakirina civaka demokratîk de hêz û bawerî dide me. 
 
Tu guman nîne ku, em ê bi ruhê berxwedanê yê ku ji jêrzemînin Cizîrê, ji qadên Xwerêvebirinên Cehwerî bilind bû, sûd bigrin û her tim li ser esasê gotina ‘teslîmîyet îxanet e’ xeta xwe ya têkoşînê bidomînin. Her wiha heya ku hesabên qetlîama jêrzemînên Cizîrê û pêkanînên dijmirovî yên ku wê serdemê bên pirsîn, êm ê dev ji lêgerîna edaletê jî bernedin. Bi vê mabestê em car din tevî cangoriyên wê serdemê bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin, têkoşîna wan silav dikin.”