Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin
- 20:28 8 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî bûyerên dawî yên li Rojava, li Saarbruckenê koma “Women Defend Rojava” hate damezrandin.
Li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê, piştî bûyerên dawî yên li Rojava koma “Women Defend Rojava” hate damezrandin. Ev însiyatîf ji civîna jinên enternasyonalist û kesên bi şertên hevpar ên bi jin û gelê sivîl yê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê re dayanî têne çêkirin.
Di daxuyaniya komê de wiha hate gotin: “Rojava ji salan ve projeyêk civakî ye kû li ser xwe-rêveberiya demokratîk a ji jêr ve, azadiya jinan, prensîbên ekolojîk û jiyana hevbeş a komên etnîk û olî yên cûda hatiye avakirin. Rolê bingehîn ê jinan di siyasetê, civakê û xwe-parastinê de vê projeyê li asta navneteweyî yekta dike. Êrişên nû yên li dijî Rojava van destkeftiyan bi awayekî giran tehdîd dikin û bi taybetî jinan û komên din ên hatine qirêjkirin armanc dikin.
‘Women Defend Rojava’ xwe wekî însiyatîfek femînîst û enternasyonalist diyar dike. Armanca wê parastina şoreşa jinan a li Rojava ye, ragihandina nirxa vê şoreşê, xûyakirin û dîtina rewşa li Rojava di gelê giştî de, agahdariya li ser sedemên êrişan û rêxistina berxwedana bi şertên hevpar ji vir ve ye. Kom dixwaze qadêk çêbike kû tê de dayanîya navneteweyî bi awayekî pratîk were jiyan kirin.
Di vê çarçoveyê de çalakiyên agahdariyê, çalakiyên giştî, civîn û girêdanên bi komên din ên femînîst, dijî-neyartî û enternasyonalist re plan dike. Bi damezrandina vê komê li Saarbruckenê ve, tê xwestin ku nîşaneke zelal a piştevaniyê bi jinên li Rojava re were dayîn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku parastina Rojava, di heman demê de parastina mafên jinan, xwe-birêvebirin û hêviya civakek dadperwer e.







