Hamburg bi daxwaza ‘Ji Rojava re statû’ li qadan e
- 21:50 10 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mîtînga ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê hate li dar xistin de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û bang hate kirin ku statûya siyasî ya herêmê bê naskirin.
Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê, bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Rojava û ji bo daxwaza naskirina statûya siyasî ya Rojava, li bajarê Hamburgê ya Almanyayê mîtîngek li dar xist.
Mîtîng li ber navenda danûstendinê ya Mercado ya li taxa Altonayê pêk hat. Mitînga ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Rojbîn hate li dar xistin; TCŞ, Hamburg fur Kurdistan, Platforma Piştevaniya bi Rojava re, enternasyonalîstên Elman û rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst beşdar bûn.
Di mîtîngê de girseyê bê navber dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berz kirin û marşên berxwedanê hatin lêxistin.
Zelal Êzidî ya ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku nenasîna statûya Rojava ji bo nasnameya Kurd metirsiyeke mezin e û got: “Heke li Rojava statû neyê naskirin, wê nasnameya Kurd li seranserê Kurdistanê bikeve xetereyê. Ji ber vê yekê, heta ku statû bê naskirin divê em berxwedana bênavber bidomînin.”
Di daxuyaniya ku li ser navê ciwanên Rojhilatî hate dayîn de jî hate destnîşankirin ku hişmendiya ku lîderê HTŞ’ê Colanî temsîl dike tenê bi Rojava ve sînordar nîn e. Di daxuyaniyê de bang hate kirin û hat gotin: “Heke pêşiya terorîst Colanî li Rojava neyê girtin, heman hişmendî dê li Rojhilat jî derkeve pêşiya me. Ji ber vê yekê, em berxwedana Rojhilat û Rojava bi hemû cîhanê bidin bihîstin.”
Mîtîng bi slogan û marşan bi dawî bû.







