Li Heskîfê coşa 8'ê Adarê

  • 13:47 24 Sibat 2026
  • Rojane
ÊLIH - TJA’yan li Heskîfê meş li dar xist û diyar kir ku ew 8’ê Adarê bi ruhê yekitiya neteweyî yê li Kurdistanê mezin dibe û bi zîhniyeta Neteweya Demokratîk pêşwazî dikin.  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Heskîfê bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” hate hilgirtin. Gelek jin tev li meşê bûn. Jinan, cil û bergên Kurdî li xwe kirin. 
 
Çalakî, li Kolana Kafelerê hate lidarxistin. Elîf Kivircik a TJA’yî li vir axivî û got ku li xaka Kurdistanê her sal berxwedana 8’ê Adarê mezintir dikin. Elîf Kivircikê bi domdarî got: “8’ê Adarê ne tenê rojeke bîranînê ye, di heman demê de mezinkirina xeleka berxwedanê ya jina ye ku bi sedan sal e didome. Tundiya li dijî jinan bi awayekî sîstematîk didome. Tundiya li dijî jinan ne tenê bi cînayetan bisînor e; di heman demê de bi êrişên fîzîkî, tundiya zayendî, gef û îstîsmaran didome. Li gorî daneyên NY’ê, li seranserî cîhanê di her deh deqeyan de jinek û zarokeke keç ji hêla mêrekî ve tê kuştin. Ev rewş nîşan dide ku tundiya li dijî jinan ne şexsî ye, berhema pergala mêrê serdest e.” 
  
Di berdewamê de Elîf Kivircikê anî ziman ku kedxwarî ne yasayekî xwezayê ye û wiha pê de çû: “Em jin, ji bo guherandina van komkujî û pergala kedxwariyê yên tên ferzkirin têdikoşin. Ji bo vê jî divê em azadiya xwe birêxistin bikin û pergala xwe ya komunal a azadîxwaziya jinê ava bikin.” 
  
Elîf Kivircikê da zanîn ku tê xwestin ku têkoşîna azadiyê ya jinan a Rojava ji hêla DAIŞ û dûvikên wê ve bê talankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala mêrê serdest, qirkirina jinê li cih û deverên cuda yên cîhanê di bin rûpoşên cuda de didomîne. Lêbelê tişta li dijî vê tarîtiyê mezin dibe teslîmiyet nîne; berxwedana jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê mezin dibe ye. Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi ruhê yekitiya neteweyî yê li Kurdistanê mezin dibe û bi paradîgmaya neteweya demokratîk pêşwazî dikin.” 
  
Piştî daxuyaniyê, jinan bi dirûşman dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Jin,  jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Jinan, di meşê de wêneyên keziyên vehandî yên jinan hilgirt. .