'Ger qanûn bên sepandin dê rê li komkujiyan bê girtin'
- 09:03 24 Sibat 2026
- Hiqûq
Rojda Aydin
AMED - Qirkirina jinan ne tenê ji ber sûcên takekesî, di heman demê de ji ber polîtîkayên hikûmetê û bêbandormayîna pergala dadweriyê jî zêde dibe. Parêzer Nazli Matur diyar kir ku qanûnên parastinê yên ku tenê li ser kaxezê mane, biryarên astengkirinê yên ku nayên bicîhanîn û pratîka bêcezatiyê nîşan didin ku mafê jiyanê yê jinan bi awayekî sîstematîk nayê parastin.
Tabloya ku di warê tundî û qirkirina jinan de derdikeve holê nikare tenê bi pêkanînên kiryaran ên li ser jinan bê şîrovekirin û di warê tercîhên îqtîdarê yên polîtîk û mekanîzmaya darazê ku bê bandor dibe de jî divê bên destgirtin. Ev bûyer di heman demê de ji ber qanûnên ku nayên pêkanîn û tenê li ser kaxizê dimînin, nepêkanîna biryara dûrxistin û cezayê bi bandor ku nayên dayîn jî zêde dibin. Ev pêkanîn helwesta dewletê ya di warê qirkirina jinan de li ber çavan radixe.
Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Nazli Matur li ser qirkirina jinan a di hêla hiqûqê de nirxandin kir.
Nazli Matur, bal kişand ser zêdebûna qirkiina jinan di salên dawî de û got ku ev zêdebûn ne encama hêrsa takekesî ye, lê ya hêrsa sîstemê ye. Nazli Matur da zanîn ku hewl tê dayîn ev qirkirin wekî “gaveke hêrs, çavnebarî û namûsê” werin nîşandan û ev tişt lê zêde kir: “Bê guman, em dizanin ku ev ne rast e. Kêmkirina van kuştinan ji bo yek sedemek tenê dê bibe sedema paşguhkirina xwezaya piralî ya vê diyardeyê. Lê ev rêbaz bi cidî rê li ber tesbîtkirina bingeha pirsgirêkê û pêşxistina mekanîzmayên çareseriyê yên bibandor digire. Bêguman yek ji mezintirîn sedemên zêdebûna niha ya kuştinan, bicîhanîna bêbandor a qanûn û polîtîkayên bêcezatiyê ye. Her çend em dizanin ku qanûn li ser kaxezê hene jî em di sepandina van qanûnan de rastî pirsgirêkên cidî tên, gilî û gazind bi ciddî nayên girtin, hewl tê dayîn ku qurbanî bi sûcdar re li hev bê, tedbîrên parastinê dereng dimînin û biryarên durxistinê tên binpêkirin. Bi rastî, piraniya van kuştinan ne sûprîz in; ew encama bûyerên berê ne ku bi gelemperî tundî, gef, şopandin û giliyên dubare di nav xwe de dihewînin."
‘Mafê jiyanê nayê parastin’
Nazli Matur destnîşan kir ku li gorî daneyên Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyê, di sala 2025’an de 391 û di meha yekem a 2026’an de jî 26 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û wiha got, “Ev tablo nîşan dide ku çerxek tundûtûjiyê ya sîstematîk, dubarekirî û pêşbînîkirî ye ku êdî bi takekes nayê ravekirin. Berpirsiyariya herî giran a mezinbûna vê çerxê li ser milê mekanîzmayên qanûnî ye ku li ser kaxezê hene lê di pratîkê de nayên bicîhanîn. Ji ber ku hejmareke girîng ji jinên kuştî berî mirina xwe bi berdewamî gilî kirine, parastin xwestine, biryarên dûrxistina kujer hatine dayîn, lê li gel vê jî ev biryar li ser kaxizê mane û hatine binpêkirin. Ji ber vê yekê, hejmarên ku em îro li ber çavên xwe dibînin ne tenê zêdebûna kuştinên jinan, lê di heman demê de hilweşîna pergala parastinê, bêbandoriya mekanîzmayên pêşîlêgirtinê û di dawiyê de ne parastina mafê jiyanê ye."
‘Şîrovkekirina van bûyeran wekî tawanên munferît şaş e.’
Nazli Matur got, "Li gorî perspektîfa qanûnan cezayê, her qirkirina jinan dozek cuda ye û berpirsiyariya cezayî ya sûcdar şexsî ye; dadgeh dozê bi awayê taybet dinirxîne" û lê zêde kir ku nirxandina qirkirina jinan wekî bûyerên munferît dîtin xelet e. Nazli Matur, wiha dirêjî da axaftina xwe, “Beşek girîng ji van rewşan bûyerên pêşbînîkirî ne ku bi heman dînamîkên rîskê dubare dibin. Ev jî pirsgirêka hiqûqî li ber çavan radixe. Gelek caran berê tundûtûjî tê ragihandin ku biryarên parastinê hene ku binpêkirinên sûcdar nayên şopandin û sazî di pêşxistina bersivên bibandor ên li hember xetereyê de têk diçin. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê ne sûcdar e, lê di heman demê de li ser wê yekê ye ku gelo dewlet erka xwe ya erênî ya parastina mafê jiyanê bi cîh tîne an na. Qanûna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî berpirsiyariya dewletê di rewşên weha de ne bi rêya cezayên paşê, lê bi rêya mecbûriyeta pêşîlêgirtin û dabînkirina parastineke bibandor nîşan dide. Ji ber vê yekê, her çend ji hêla dadweriya cezayî ve komkûjiya jinan wekî sûcên takekesî werin dîtin jî divê ew ji hêla mafên mirovan û erka dewletê ya parastinê ve werin çareser kirin û divê polîtîkayên qanûnî yên pêşîlêgirtinê yên guncav û standardên pêkanînê li gorî vê yekê werin pêşve xistin.”
‘Mafê jiyanê ya jinan nayê parastin’
Nazli Matur ku behsa mafê jiyanê yê jinan di qanûnên cezayê yên heyî de jî kir û diyar kir ku di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de derbarê kuştina bi zanebûn û rewşên giran de normên cezayî hene. Nazli Matur da xuyakirin ku di warê teorîk de çarçoveyek cezayî heye ku mafê jiyanê yê jinan biparêze û ev tişt lê zêde kir: “Pergala dadwerî pir caran di dozên komkûjiyên jinan de tenê piştî kuştinê dikevin nava hewldanan. Parastina mafê jiyanê di bingeh de mekanîzmayek e ku divê berî ku kuştin çêbibe were aktîfkirin. Cihê kêm tam jî ji vê derê dest pê dike. Pirsgirêk di dozên kuştinên jinan de ne ewqas giraniya cezayan e, pêkanîna bêbandor a tedbîrên parastinê dema ku xetere tê zanîn e. Tevî binpêkirina biryarên qedexeyê jî nebicîhanîna zû ya cezayan û bersiva qels a pêşîlêgirtinê di nav pergala dadwerî de ye. Kêmasiyeke din a girîng ew e ku tundûtûjî pir caran wekî 'nakokiyeke navmalî' tê dîtin û tevgera sûcdar wekî bûyerên îzolekirî tê dîtin ne wekî çerxeke tundûtûjiyê ya berdewam. Ev rêbaz hem di nirxandina delîlan û hem jî di tedbîrên parastinê de qelsiyên cidî diafirîne. Herwiha, şîrovekirina xelet a şert û mercên ku ceza sivik dike ên wekî ‘sorkirina li sûc' di hin rewşan de dibe sedema têgihîştineke bêcezatiyê ku sûcdar bi cesaret dike. Di encamê de, pirsgirêk li Tirkiyeyê ne tenê qanûnên cezayî ne; ew paşguhkirina vê rastiyê ye ku qanûna ceza ‘qonaxa dawî’ ye. Pêdiviya bingehîn a parastina mafê jiyanê pêkanîna bi bandor a tedbîrên parastinê, destwerdana bilez di rewşa binpêkirinan de, analîza rîskê û pergalek bicîhanînê ya xurt ku berpirsiyariyên saziyan zelal dike ye.”
‘Pergala hiqûqê xirab e’
Nazli Matur destnîşan kir ku tevî biryarên dûrxistinê yan jî biryarên parastinê hene jî gelek jin hatine qetilkirin û wiha dewam kir: “Li vir, berpirsiyariya sereke ya cezayê li sûcdar hatiye birîn e. Lêbelê, ew rastiya ku kesekî ku biryara durxistinê yan biryara parastinê li dijî wî heye hîn jî dikare jinekê qetil bike, êdî nikare tenê wekî ‘sûcekî takekesî’ were ravekirin. Ji ber ku biryara parastinê delîl e ku dewlet ji xetereyê haydar e. Lêbelê, heke komkûjî pêk bê, ev bi awayekî zelal nîşan dide ku mekanîzmaya parastinê kar nake û dewlet di bicihanîna erka xwe ya parastina mafê jiyanê de têk diçe. Herwiha, pirsgirêk tenê bi dayîna biryara parastinê bi dawî nabe. Herwiha, ji ber ku sûcdar berê biryarên dûrxistinê binpê kiriye, gef lê xwariye û mexdû şopandiye, wekî ku di dozên berê de jî hatiye dîtin, kêmkirina cezayê di dema darizandinê de bi şert û mercên cuda ên wekî rewşa baş û anîn provokasyonê mafê jiyanê bêqîmet dike ku dewlet vê carê bi rêya dadweriyê nekare biparêze. Ev rêbaz ne tenê edaletê lawaz dike, lê di heman demê de pratîkek bêcezatiyê jî diafirîne ku sûcdaran cesaret dike û tundûtûjiyê normal dike. Ji ber vê yekê, berpirsiyariya van kuştinan ne tenê ya sûcdar e û di heman demê de ya pergala hiqûqî jî ye ku biryarên parastinê li ser kaxezê dihêle lê di pratîkê de wan bicîh nayne, binpêkirinan bê ceza dihêle û di parastina mafê jiyanê de têrê nake.”
‘Rewşeke ku ne li gorî pîvanên DMME'yê ye’
Nazli Matur di dawiya axaftina xwe de got biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên li ser tundiya li dijî jinan û qirkirina jinan demek dirêj e ku çarçoveyek pir zelal ji bo Tirkiyeyê peyda kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berpirsiyariya dewletê ne tenê ew e ku piştî sûcekî ceza bike; di rewşên ku xetereyeke pêşbînîkirî heye de, ew jî ew e ku bi bandor tedbîrên pêşîlêgirtin û parastinê bi cîh bîne. Lêbelê, dema ku em li pratîka hiqûqî ya navxweyî dinêrin, dijwar e ku mirov bibêje ev pîvan bi têra xwe hatine pêkanîn û bi awayekî sîstematîk hatine sepandin. Derengketina bersiva li hember binpêkirinên biryarên parastinê, nirxandina lawaz a rîskê, nebûna çavdêriya tedbîran û hevrêziya nav-sazûmanî ya nebaş rewşekê diafirîne ku bi pîvanên DMME'yê re ne lihevhatî ye. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku her çend biryarên DMME’yê di hiqûqa navxweyî de bi awayekî teorîk têne zanîn jî ew di pratîkê de bi têra xwe nayên sepandin.”







