Çavê raya giştî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e
- 11:13 27 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Amadekariyên bernameya salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû. Çavê raya giştî jî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e.
DEM Partî têkildarî salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, bernameyek li dar dixe. Amadekariyên ji bo bernameya li Dika Yilmaz Guney a navçeya Çankaya ya Enqereyê bê lidarxistin bi dawî bû. Zêdetirî 150 saziyên çapemeniyê û rojnameger dê bernameyê bişopînin. Her wiha çapemeniyê cîhanê jî eleqeyeka mezin nîşan da. Li eywana bernameyê bi 3 zimanan, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî pankarta “Salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk” dinivisîne hat daliqandin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, gelek parlamenter, siyasetmedar tev li bernameyê dibin.
Di bernameyê de peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bê xwendin. Çavê raya giştî li peyama nû Abdullah Ocalan e.







