Jin bi meşaleyan meşiyan: Em jiyan û azadiye diafirînin
- 20:53 8 Adar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê çarçoveya 8’ê Adarê de jinan meşa şevê pêk anîn û gotin: “Jina Kurd hebe hêvî heye, jin Kurd hebe berxwedan heye, jina Kurd hebe azadî teqez wê biserkeve.”
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Artuklu y aMêrdînê li kolanên dîrokî meşa meşaleyî pêk hat. Jin li Deriyê Meşkîna hatin gel hev û bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin.
Di meşê de dîmenên rengîn derketin holê û meş seranserê Kolana Îkîncî ya Dîrokî berdewam kir û li piştre li Kolana Kultur berdewam kir, gihişt Qada Cumhuriyetê. Jinan li qadê goend gerandin. Piştre aktîvîsta TJA’yê Yuksel Genç daxuyanî xwend.
‘Me jiyan ji nûve ava kir’
Yuksel Genç di destpêka axaftina we de jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “Ez we jinan bi mîrateya dîroka têkoşînê silav dikim. Ez bang li dilê gel ya ji jinên wêrek pêk tên dikim. Em jinên Kurd ne tenê nasnameyekin. Em Berxwedanin. Em hêvîne. Em jinên Kurd damezrînerên herî xurt yên aştî û azadiyê ne. Me jiyan ji nûve avakir. Me aştî parast. Seranserê dîrokê hewl hat dayîn ku jin bêdeng bin. Lê em bêdeng neman. Xwestin me tune bikin. lê em tune nebûn.”
‘Me azadî afirand’
Yuksel Genç di dawiya daxuyaniyê de bi lêv kir ku azadiya gelekî bêyî jinan ne pêkane û wiha dawî lê anî: “Aştiyeke civakî bêyî dengê jinan nikare bê avakirin. Hêvî hêza jinê edalet nikare ava bibe. Ji ber vê jî em jin mîmarê cîhana nû ne. Jina Kurd hebe hêvî heye, jin Kurd hebe berxwedan heye, jina Kurd hebe azadî teqez wê biserkeve.”
Bername bi gerandina govendê bidawî bû.







