HRANA: Li Rojhilat û Îranê 24 saetên dawî herî kêm 33 sivîl mirin

  • 12:41 9 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.
 
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser êrişên 24 saetên dawî yên DYE û Îsraîlê yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bîlançoyek eşkere kir.
 
Hate ragihand ku di 24 saetên bihurî de di encama êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, 33 welatiyên sivîl hatine kuştin û 50 welatî jî birîndar bûne.
 
HRANA destnîşan kir ku Îsraîl û Amerîkayê di 24 saetan de li ser 30 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 752 êriş pêkanîne ku 124 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên neftê hatine hedef girtin.
 
Li gorî rapora HRANA niha lêkolîn li ser mirin û birîndarbûna 316 kesan tê kirin da ku piştrast bibin.
 
HRANA da zanîn ku piraniya êrişan li ser Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû.
 
Her wiha HRANA ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 238 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.