Sebat Karul: Tiştên li Kobanê tên jiyîn mijara mafê jiyanê ye
- 09:04 9 Adar 2026
- Rojane
STNEBOL - Aktîvîsta TJA’yê Sebat Karul da zanîn ku divê rayagiştî ya navneteweyî li dijî krîz amirovahî ya li Kobanê ya di bin dorpêçê de ye tê jiyîn, dengê xwe bilind bikin û peyama divê li dijî dagirkirinê rêxistibûna topyekun hebe, da.
Çeteyên HTŞ’ê di 20’ê Çile de li dijî Kobanê dorpêç da destpêkirin û didome. Dorpêça li hember Kobanê tevî peymana di 29’ê Çile de navbera Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (HSD) û HTŞ’ê de hat kirin jî hîna tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Bi destpêkirina êrîşan re ji Tebqa, Reqa û Helebê gele keî koçî Kobanê kirin û nifûsa bajar 600 hezar derbas kir. Ji ber dorpêçkirina bajar jî krîza mirovahî roj bi roj giran dibe.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebat Karul, der barê dorpêça Kobanê de axivî.
‘Krîza mirovahî didome’
Sebat Karul daxuyakirin ku bi kordînasyona sivîl a Kobanê re di têkiliyê de ne û got agahiyên ji bajar tên derdixe holê ku krîza mirovahî didome. Sebat Karul ev tişt anî ziman: “Ev ne tenê mijarek alîkariyê ye. Ev mijarek mafê jiyanê ye. Bi taybet divê korîdora tenduristiyê bê vekirin. Divê her kes van tiştan bibînin û li dijî vê dengê xwe bilind bike. Dorpêç berfirehe. Zarok ji sermayê jiyana xwe ji det didin. Divê rayagiştî ya navneteweyî li dijî vê bêdeng nemînin.”
‘Tehdîda leşkerî didome’
Sebat Karul destnîşan kir ku ew di mijara ku bi saziyên jinan yên Kobanê re piştevaniyê ava bikin de zehmetiyan dikşînin û wiha bi lêv kir: “Ji ber piştgiriya ji derve têr nîne piştevaniya bi saziyan re jî tê astengkirin. Hatina cem hev a jinan hedef tê girtin. Divê li her çar alî Kurdistan û dîasporayê dengekî xurt bê bilindkirin. Tehdîda leşkerî ya li Kobanê didome.”
‘Em mîrateyê hêzê digirin’
Sebat Karul wiha dirêjî dayê: “Di paşerojê de jinan li dijî DAIŞ’ê berxwedanek xurt nîşandan. Tecrubeyên YPJ’ê nîşan da ku jin dema hewce bike çawa bi çekan canê xwe diparêzin. Ji ber vê parastina vê mîrateyê pir girînge.Em ji wê mîrateyê hêzê digirin. Divê her ks li dijî êrîşan, dorpêça Kobanê li dij^imirina zarokan, empatiyê bikin, bi topyekun xwe rêxistin bikin û deng bilind bikin.”







