Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket
- 10:46 9 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 9'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Rêya rizgariya gelên Rojhilata Navîn: Konfederalîzma demokratîk’ derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat ku heftane tê çapkirin, vê hefteyê jî cîh da nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Netewe Dewletê û peyamên wî yên dawî. Rojnameyê têkildarî hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Endamê Şandeyê Faîk Ozgur Erol re bi sernavê “Nexşerêya nû siyaseta demokratîk e” hevpeyvîn kir.
Vê hefteyê nivîskar Mulkiye Bîrtane bi sernavê “Demokrafya û jineolojî”, Dr. Îsmet Konak bi sernavê “ Çarenusê teokrasî û şer” Neslîhan Kardaş bi sernavê “ Ji berûyan qehweyê çêdikin”, Fatma Taşli Tunç bi sernavê “Çîroka Eyşa Ûsê Xalîto”, Arslan Ozdemîr bi sernavê “ Xizmantiya li her du aliyên sînor”, Felemez Ulug bi sernavê “ Şerê sedsala 21ê û krîza modernîteyê”, Hisên Çatikkaş bi sernavê “ Nediyarbûn, risk û civak”, H. Halît Alaçatî bi sernavê “Nirxandinên Abdullah Ocalan ên ji bo rojhilatê Kurdistanê”, Ramazan Olçen bi sernavê “Yekîtî, yekîtî, yekîtî…”, Prof. Dr. Abdulîllah Polat bi sernavê “Hêrs, rûmet, çalakî”, Siyabend Aslan bi sernavê “Wêje û derûnînasî”, Lêl Amed bi sernavê “Rayraşîyayîşê Sole yê Gandhiyî û prosese aştîye” analîzên girîng kirin.







