Koçberên Efrînê ji Qamişloyê ber bi Hesekê ketin rê

  • 10:56 9 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma yekemîn a koçberên ku vegerin Efrînê ji bajarê Qamişloyê bi rê ketin, dê koçber li bajarê Hesekê kom bibin û bi awayek girseyî ber bi Efrînê ve bikevin rê.
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihand ku dê koma yekem a koçberên Efrînê vegerin herêmên xwe. 
 
Îro 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve herin. Malbatên li Qamişloyê bicih bibûn xwe amede dikin ku herin Hesekê bibin, li Hesekê jî bi awayek girseyî bikevin rê.
 
Ji bajarê Qamişloyê dê 50 bas û 75 erebeyên Enter ku Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehbayê amade kiriye û wesayîtên taybet ber bi bajarê Hesekê bikevin rê.